Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Diyar Xerîb ji bo yekîtiya neteweyî têkoşiya

Endamê Kosneya  Rêveberiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb demek dirêj ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan têkoşiya û li gel her pêkhateyên û partiyan peywendî çêkir û ji wan re qala yekîtiya neteweyî û girîngiya yekîtiya kurdan kir. Ji ber bandoriya hewldan û têkoşîna wî ya ji bo azadî û yekîtiya neteweyî bû hedefa dagirkerên Kurdistanê

Endamê Kosneya  Rêveberiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Diyar Xerîb di 5’ê Tîrmehê de li Qendîlê li gel du gerîlayên din di encama êrîşa hewayî ya balafirên dewleta tirk de şehîd bû. Îro cilrojiya şahadeta Diyar Xerîb e.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi nava hevalên xwe yên têkoşînê de bi Heval Helmet di hate gazî kirin. Di sala 1973’an de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Çend salan li gund dijî, piştre di sala 1980’an de bi malbata re tê Silêmaniyê, lê ji ber ku hez ji jiyana gund dike, timî serdana gund dike û gelek li gundan dimîne. Ji ber ku li herêma gundê wan baregehên pêşmergeyan hebû, di dema li wir dimîne fêrî jiyana pêşmergetiyê dibe. Bi vê riyê ruhê nîştîmanpewerî li gel pêş dikeve.

Diyar Xerîb li bajarê Silêmaniyê mezin dibe û dibistana seretayî û Amadeyî li Silêmaniyê temam dike. Piştre Beşê Fizîkê li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê temam dike. Ji derveyî ku ew bi xwe tevî têkoşîna Tevgera Azadî ya Gelê Kurd bû, birayek wî yê bi navê Dilêr di Raperîna sala 1991’an de li Kerkûkê şehîd bû.

Piştî sala 1988 û heta 1991’an valahiyek di xebata siyasî ya Başûrê Kurdistanê çêbû. Diyar Xerîb di vê serdemê de ti temenê ciwaniyê de navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Ocalan dibihîse. Piştî raperîna bihara 1991’an a Başûrê Kurdistanê zêdetir bîr û îdeolojiya PKK’ê nas dike. Lewma ji sala 1992’an ve nêzî rêxistinên PKK’ê dibe û di sala 1995’an de bi fermî dibe endamê PKK’ê.

Bihara sala 1997’an ji bo beşdarî perwerdeya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe tê hilbijartin lê ji ber ku operasyona dewleta tirk destpê bike, çend mehan di nava şer de dimîne. Piştî ku operasyon bi dawî dibe, di cotmeha 1997’an de diçe li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Diyar Xerîb têkildarî mayîna xwe ya li gel Ocalan û akademiyê wiha destnîşan dikir; “Ji berî ku peywendiyê li gel refên PKK’ê bikim, min çend pirtûkên Serok Apo xwend. Ango bi firkê Ocalan ve hatim girêdan lê dîtina wî ji bo min tiştek cuda bû. Ji derveyî gotinên wî, ez ji tevgerên wî gelek tişt fêr bûm. Xala bihêz a Ocalan ewe ku tiştek veşartî nebû. Her tişt bi aşkera digot. Tişta ku ji me re digot, ji her kesê re digot, li ser kanalên ragihandinê ji digot.”

Diyar Xerîb di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de gelek wezîfe girtine. Di sala 2002’an de li gel hejmarek hevalên xwe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) damezirandin. Di sala 2008’an heta 2014’an dibe serokê PÇDK’ê. Ji sala 2014’an ve dibe Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê.

Hevrêya Diyar Xerîb, Necîbe Umer axivî û wiha got; “Serok Apo ji bo Diyar Xerîb gotibû, tu xwediyê rihek paqijî. Tu dikarî bi vî rihê paqij, pêşengiya civakê bikî û erkê vê civakê bêxî ser milê xwe.”

Hewldanên ji bo yekitiya netewî

Yek ji armancên Diyar Xerîb, pêkanîna yekitiya netewî û yekitiya nava mala kurdan bû. Xerîb hertim di hemû civînan de behsa yekîtiya netewî ya kurdan dikir. Xerîb ji nivîskar û rewşenbîran, li ser pêkanîna yekîtiya netewî name dinivîsî.

Pêşmergeya Dêrîn Derya Umer ku beriya ku Xerîb şehîd bikeve, bi Diyar Xerîb li Binarê Qendîlê civiya bûn. Derya wiha got: “Em rûniştin û me li gel Diyar Xerîb guftugoyek kir. 2 saetan em axivîn. Di civînê de Xerîb gelek bi kûrahî behsa herêm û Kurdistanê kir. Ji bo çêbûna yekîtiya netewî gelek bi hêvî bû.”

Şehîdbûna Xerîb êşek mezin xist nava kesên ku Xerîb nas dikir. Ji ber ku Xerîb kesayetek civakî bû. Peywendiyek baş li gel hemû kesê dikir.

Hevrêyê Xerîb, Dr. Fayeq Gulpî, behsa hevaltiya Xerîb dike û dibêje, li rexmê ku em ji hev dûr bûn jî, lê hertim peywendiya me hebû. Gulpî da zanîn ku wana li ser gelek mijaran bi hev re axivîne.

Dr. Fayêq Gulpî pirtûkek xwe ji bo Diyar Xerîb şandibû û xwestibû bixwîne. Gulpî wiha got: “Diyar Xerîb got ku pirtûk gihiştiye destê wî û ewê di demek kurt te bixwîni. Ji min re gotibû ezê têbiniyên xwe binivîsim. Xerîb piştî 8 rojan rexne û têbiniyên xwe bi rêya nameyek nivîsandibû. Herwiha destxweşiya min jî kir bû. Xerîb behsa aliyên baş yên pirtûka min kiribû.”

Dayîka Diyar Xerîb, Seed Nasir dibêje; “Ti gotin ji şewitîna dil re nayê gotin. Lê dema ku ez xwedî derketina xelkê dibînim, êşa min jî kêm dibe.”

Diyar Xerîb di derbarê dîroka kurdan, mijara demokratîkbûnê û jiyana hevbeş ya gelan de komek pirtûk nivîsandiye. Herwiha Xerîb bi dehan ciwan bi rihê nîştimanî perwerde kirine û niha xebata wî dimeşînin. SILÊMANÎ

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar