Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Xarpetê girtiyek 18 rojin di rojiya mirinê de ye

Li Girtîgha Jimara 1 a Xerpetê girtiyê bi navê Mehmet Adsiz li dijî mûameleya xerab û pêkanînên îşkenceyê 18 rojin di çalakiya rojiya mirinê deye. Dayika girtî Radda Adsîz, xwest ku îşkenceya li zarokên wan tên kirin bi dawî bibe û banga hestiyariyê li partiyê siyasî û ÎHD’ê kir

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê girtî Mehmet Adsiz ê  li Girtîgeha Jimara 1 a Xerpetê di odeya yek kesî de tê girtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata re xwe re ragihand ku li dijî îşkence û mûameleya xirab ên girdiyenên girtîgehê ji 29’ê tîrmeha 2019’an ve di rojiya mirinê deye.

Dayika Adsiz Radda Adsiz derbarê hevdîtina bi kurê xwe re kir de wiha got: “Kurê min dest pê kê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bû, dûre şandin Girtîgeha Kurkçuler a Edenê, ji wir  jî birin girtîgehên Tîpa T a Osmaye û Tîpa C a Bûrhaniye ya Balikesîrê. Li van girtîgehan jî rastî heman pêkanînan dihat. Bi demê ev rewş veguherî îşkencê.”

‘Perda guhê wî teqiya ye’

Dayik Adsiz, anî ziman ku piştî qedexeya hevdîtina 4 mehan, di hevdîtina Cejna Qûrbanê de li Girtîgeha Xerpetê hev dîtin û wiha got: “Hefteya derbasbûyî me hevdîtina bi telefonê kir. Kurê min ji min re got di odeya yek kesî de tê girtin. Gardiyenan di odeya lê dimîne de dest û lingên wî girê dane, bi  dar û pehînan li wî xistine. Ji ber perda guhê wî teqandine. Kurê ji ber îşkenceya lê hatî kirin, krîzê derbas dike û zendên xwe dibire. Dîsa li revîrê, li ber bijîjkan derp kirine.”

‘Îşkenceya bi pergalî’

Dayik Adsiz da zanîn ku her roj kurê wê rastî îşkenceyê tê û wiha bilêv kir: “Kurê min got her roj rastî îşkencê tê. Wî tazî dikin û wisan îşkencê lê dikin. Ji wî re dibêjin ‘Dibin ala tirkan de kes nikare tiştekê bi me bike. Em dewletin.’ Bi van gotinan îşkencê li kurê min dikin.”

Di çalakiya rojiya mirinê deye

Dayik Adsiz da zanîn ku kurê wê li dijî îşkenceya lê hat kirin, di 29’ê Tîrmehê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye û wiha rêz kir. “Kurê min ji wê rojê ve di çalakiya rojiya mirinê de ye. Bila dest ji îşkenceya zarokên me dikin û vê zilmê berdin. Em dibihîzin ku li Girtîgeha Xerpetê îşkence li girtiyan tê kirin. Divê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û partiyên siyasî ji bo vê li çareseriyêkê bigerin.”

Derbarê mijarê de ajans li Girtîgeha Jimara 1 a Xerpetê digere û rêveberiya girtîgehê van agahiya dide: “Ger tiştek wiha çêbibe jî em nikarin agahî parve bikin. Dema ku bûyerek wiha rû bide,  ji xwe memûrên dewletê pê re eleqedar dibin û tedbîrên pêwîst digirin. Dewlet pê re eleqedar dibe. Malbata wî di vê mijarê de dikare di hevdîtina telefonê de agahî jê bigire.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar