Dorpêça ji aliyê asayîşa PDK’ê ve piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a li bajarê Hewlêr ku tê de endamê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatibû sepandin ev meheke didome
Ambargoya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatibû danîn, meha xwe tije kir. Tevî hemû hewldanên Komîteya Karê Derve ya Mexmûrê heta niha tu encamek ji bo dawîkirina ambargoyê pêk nehatiye.
Piştî bûyera 17’ê tîrmehê ya li restoranta Hoqqabaz a Hewelêr a Başûrê Kurdistanê endamê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin û şûnde rê li Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê hatibû girtin. Mekek derbas dibe ku kampeke penaberan ji aliyê PDK’ê ve ambargoyeke ya ketin û derketinê li ser hatiye danîn.
Têkildarî mijar û serdanên heyeta Meclisa Gel û Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Mexmûrê Endamê Dîplomasiya Karê Derve ya Mexmûr Bêwar Unver agahî da ANF’ê. Unver bal kişand bi giraniya rewşê û destnîşan kir ku ji bo pewywendiyan heyetek ji 10 rûspiyên wargehê pêk tê avakirine. Unver da zanîn ku serdana Qeymeqamê navçeya Mexmûr Rizgar Mihemed û bi asayîşa PDK’ê ya li ser Mexmûrê re hevdîtin kirin. Unver destnîşan kir ku di hevdîtinê de li ser nêzîkatiyên nexweş û mafê mirovî yên li bendên kontrolê tên kirin axivîne. Unver got ku ev kiryar li dijî hiqûq û rêgezên mafê mirovî ne.
Ya tê kirin ne hiqûqî ye
Li ser ne encamgirtinê vê carê Komîteya Karê Derve û Meclisa gel heyetek ava kirin û ketin nava lêgerîna bi aliyên peywendîdar û parlementerên Herêma Kurdistan û Iraqê re bicivin. Heyet hevdîtina yekem bi endamê navendî ya Tevgera Goran Celal Cewherî re pêk tîne. Di hevdîtinê de li ser mijara rê, ambargo, mafê mirov bi taybet weke Goran di nava hikûmetê de bikevin nava tevgerê. Unver diyar kir ku Cewherî ji bo wan gotiye ku hikûmet nû hatiye avakirin, weke tê xwestin dest bi kar nekiriye, hê tam dest bi kar nekirine, di demê pêş de wê bi hemû endamên xwe re vê mijarê bigirin dest. Bi taybet wê di mijara mirovî de bikevin nava hewldanan. Unver anî ziman ku Cewherî gotiye: ‘Em ne li gel vê ne. Ev neheqiye ya tê kirin.’
Rêze hevdîtinên bi parlementer û saziyên cuda re
Endamê Dîplomasiyê ya Karê Derve Bêwar Unver da xuyakirin ku di çarçoveya hevdîtinan de bi Parlementerê Herêma Kurdistanê ya Komele Îslamî Soran Omer re jî têkildarî heman mijarê hevdîtinek kirine. Unver got ku li ser mijara girtina rê, dîsa binpêkirinên mafên mirov a li ser wergehê kirine rojeva xwe. Her wiha Unver bibîr xist ku Mehmûd gotiye ku têkildarî mijarê dosyaye şandine parlementoyê.
Unver destnîşan kir ku ji bo dawî li van kiryarên kêfî bên li gel Parlementerê Nifşê Nû Mem Bûrhan û Parlementerê Tevgera Goran ê Tevgera Goran a Parlementoya Iraqê Kawa Mihemed û Parlementerê Yekgirtû Îslamî yê Iraqê Dr. Mûsene Emîn civiyane. Her wiha di civînana de Kama Mihemed aniye ziman ku wan li ser mijarê raporek amadekiriye wê ji serokê parlementoya Iraqê re şandiye.
Dr. Musene Emîn di civînê de aniye ziman ku ev nêzîkatî nayê erêkirin, divê hikûmet demildest dawî li amabargoyê bîne. Her wiha Dr. Emîn got: “Em ê mijarê bikin rojeva xwe û bigihînin Parlemetoya Kurdistan û Iraqê ji bo dawî li vê rewşa xedar a mirovî bên anîn.
Unver girêdayî heman mijarê diyar kir ku bi endamê Saziya Xaça Sor a navneteweyî ya mafê mirovan Selîber Ehmed re hevdîtin kirine. Unver anî ziman ku rojeva vê hevdîtinê zêdetirê xwe li ser welatiyên girtî û aqûbeta wan a nayê zanîn ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin.
Bi taybet mafê girtî û helwestên li ser wan tên kirin. Unver da xuyakirin ku rojeva hevdîtina wan bi taybet mijara girtiyên berî bûyerê û piştî bûyerê hatin girtin. Unver wiha got: “Hinek agahî jê nayên girtin, çima girtine, wê kengê bên dadgehkirin agahî nayên parvekirin. Li ku ne agahî nayên dayîn.” Girêdayî van hemû mijaran saziyê ji bo wan gotine: “Em li gorî hiqûqê dikarin bikevin tevger bikin.”
Bi endamê desteya rêveber a Sentera Girîngîdayîna Demokrasiyê ya Mafê Mirovan Awat Mehemûd Pîr Weysî re jî civiyane. Unver diyar kir ku di vê hevdîtina wan de jî zêdetir li ser mafê welatiyên wargehê hatiye nîqaşkirin. Di civînê de Pîr Weysî gotiye: “Ez ê mijarê bi alîkar Serokkomarê Iraqê Berhem Salih Salar Mehmûd re baxivim. Bi saziyên mafê mirovan ên dadêre re dîsa bi NY, Unicef, her wiha saziyên sivîl ê mafê mirovan re nîqaş bikim.”
Komîteya Têkiliyên derve raporek li ser wargehê, êrîş, zext, ambargo rewşa girtiyan amadekiribûn, pêşkêşî van hemû aliyan kirin. Her wiha bi zimanên cuda bi saziyên navnetewî, saziyên sivîl, Konseya Ewropa re şandine.
Her wiha heyetê daxwaz ji parlemeterên Iraq û Kurdistanê kirine ji bo Wargeha Mexmûrê lêkolîn bikin heyetek bişînin herêmê.
‘Li gorî hiqûqê tevbigerin’
Herî dawî Unver ragihand ku bi ti awayî nikarin xwe bigihînin berpirsên PDK’ê yên bi mijarê re eleqedar û rêyên diyalog û dîplomasiyê jî hatine girtin. Lewra nêzîkatiya PDK’ê nayê famkirin, bê ka çima rê girtine û dixwazin çi bikin. Unver got: “Ger tiştek hiqûq hebe bila li gorî hiqûqê tevger bike. bila kontrola nasname bike, rê bê dayina nexweş, karker û dîsa xwendekar. Sibe dibistan vebe, divê xwendekar biçin dibistanê, dîsa bi hezaran karker hene ji karê xwe bûne, karê wan ji destê wan çûne.”
Heta niha tevî hemû hewldanan bi aliyên peywendîdar, hikûmeta herêma Kurdistanê û partiyên desthilatdar re civîn hatiye kirin, hikûmeta Iraqê, NY , saziyên sivîl û hemû aliyên peywendîdar hatine agahdarkirin, lê ji ti aliyekê ji bo dawîbûna vê ambargoyê encamek erênî û berbiçar nehatiye girtin. Tevî ev rewş bi diyalog û raporan bi rayedarên Iraq û NY re hevdîtin hatine kirin lê encam nîne. Bêdeniya Iraq û NY heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji ber girtina rê di nava hefteyekê de pitikên du dayikên bi navê Fatma Kara û Zeyneb Ehmed ên nehatî dinê jiyana xwe ji dest dane. Dîsa nexweşeke apantîzê ku li ser giranbûna rewşê û xeteriya mirinê nû rê dan. Her wiha dema ku dayika ducanî Zeyneb Ehmed ji bo nexweşxaneyê hate şandin, heta hêzên asayîşê doxtorê ne anî li ser rewşa dayikê binerin rê nedan ku derbasî nexweşxaneyê bibin. HEWLÊR