Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê ya li dijî siyaset û gefên Tirkiyê mehek li pey xwe hişt
Li dijî siyaset û gefên Tirkiyeyê, bi sedan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber sînorê Tirkiyeyê xwe kirine mertalên zindî. Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê çalakiyê mertalên zindî di roja 30`yemîn de berdewam dike. Bi sedan ji şêniyên kantonê, di nav de nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl beşarî çalakiya mertalên zindî bûn ku bi sedên metran dûrî sînorê Tirkiyeyê.
Çalakiyên mertalên zindî piştî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkirina hêzên leşkerî yên li ser sînorê Sûriyeyê, pêk hatine. Çalakî rojane ji aliyê meclisên herêmî ve tê dewir girtin. Îro jî çalakgeran bi dirûşmeyan salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin. KOBANÊ