Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Çima Serêkaniyê?

Serêkaniyê şaristaniya mirovahiyê, çand û dîrok gelan ji vir dest pê kir. Erdogan dixwaze li cihê mirovahî destpêkirî tune bike. Qirkirineke din pêk bîne, da ku biryarên di Hevpeymana Lozanê de, bi cih bîne! Dixwazin bedewî û bûhişta Serêkaniyê veguherînin dojeheke ku hişk û şîn bişewite tevahî bişewitîne. Mozayîka gelan biguherînîn, şûna wê çete û malbatên xwe lê bicih bikin, lê şervan û dayikên Serêkaniyê di çavdêriyê de ne.

Bîranîna gel a pênc hezar salan e

Serêkaniyê kevintirîn û destpêka şaristaniya mirovahiyê ku jê destpê dike. Li bakurrojavayê Kantona Hesekê ango Sûriyeyê dikeve û di navbera sînorê Sûriye û Tirkiyeyê de ye. Dîroka Serêkaniyê hezar sal in, vedigere berî zayînê. Kevintirîn bajar ku mirovahî jê dest pê dike Serêkaniyê ye. Di serdemên dîrokî de bi gelek navan hatiye naskirin, di serdema Aramî de (Gabara) Aşûrî (Gozana) Romanî (Resîn) paşê bi navê gulan hatiye naskirin lê niha bi kurdî Serêkaniyê yê naskirin. Di serdema Ebasiyan de herêma Serêkaniyê cihekî girîng di aliyê bazirganiyê de digire.

Serêkaniyê malpera dîroka herêmê û bîranên zêdetirî pênc hezar salan digire nava xwe. Di vê herêmê de bi hezar sal in kurd, ereb, asûrî, ermen, çerkes, şîşan, suryan, turkmen û beşek ji êzidî û mardilî li dijiyan. Nifûsa Serêkainyê berî şoreşê 80 hezar bû.

360 kanî hebû

Serêkaniyê bi kaniyên xwe tên naskirin, ava Serêkainyê di Til Temir, Hesekê û gunde warê were derbas dibû lê ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê gelek kanî miçiqîn. Ji lewra niha li gundê Eluk projeyên şaredariyê hene ku avê ji wir dikişînin Hesekê. Heftê du caran av dighêje Hesekê. Li Serêkaniyê nêzî 360 kanî hebûn û bi gelek navan dihate naskirin. Lê hemû kanî ji aliyê dewleta tirk ve hatin miçiqandin. Tenê Çemê Xabûr ev jî di demsaba zivistanê de lehî radibe û Curbib ku heya Kantona Hesekê diçe, maye.

Debara xwe bi çandinî û bazirganiyê dikin

Gelê Serêkaniyê debara xwe li ser çandinî, bazirganî û xwaringehan dikin. Li gundan jî li ser baxçeyan, zevî û kooperatîfan debara xwe dikin. Şêniyên gundan li gorî şert û mercê demê aboriya xwe amade dikin û li gorî xizanî û derfetên xwe ji tunebûnê hebûnê diafirînin taybet jinên gundan afirîner in.

Destpêkirina çirûska azadiyê û guhertina hişmendiyê

Di 8’ê mijdara 2012’yan de çeteyên bi navê Arêtşa Azad û Cebhes El-Nusra bi destekdayîna dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê kirin. Şerekî dijwar rû da lê bi saya şervanên YPG’ê herêm hat rizgarkirin û gelek şervan canê xwe kirin mertal û gihaştin asta şehadetê.

Bi hezaran malbat û gelek netew di serdema rejîma Baasê de polîtîkaya gelan jihev dûr bixe sûdê jê werbigire, didan meşandin. Piştî herêm bi tevahî ji rejîmê hat rizgarkirin êdî gavên ber bi guhertina hişmendiya civakê ve hat destpêkirin. Lê piştî Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 2014’an de hat avakirin êdî gel bi hevre bi yek ruh, dil û hevbeşbûnê jiyana xwe domandin. Ew ferq û cudahiya rêjîmê da avakirin bi perwerdeyan ji holê hat rakirin. Niha gel gihaştiye astekê ku kurd, ereb û aşûrî yek in. Êdî di nava saziyên Rêveberiya Xweser de jî hemû netew bihev re dixebitin.

Çavkanî: JINNEWS / Sorgul Şêxo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar