Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin dest pê bikin da ku ev şer bi dawî bibe

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran xwest ku berisva banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dayîn û ev bang kir: “Bila hevdîtin dest pê bikin. Ev şer û xwîn bi dawî bibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parêzeran a di 7’ê tebaxê de bal kişandibû ser çareseriya pirsgirêka kurd û vê banga ku di nav raya giştî de deng veda kiribû: “Ez hewl didim ji kurdan re cih vekim, werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku dikarim di nav hefteyekê de îhtîmal û rewşa şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim, ji xwe bawerim, ji çareseriyê re amade me.” Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji salên 1990’î ve tim ji bo şer raweste û aştî pêk were têdikoşin jî xwestin ku bersiv ji bo banga Ocalan bê dayîn.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran (60) diyar kir ku bi salan e daxwaza aştiyê û rawestandina mirinan dikin û xwest ku van daxwazên wan bên qebûlkirin û ev bang kir: “Ji bo rawestandina mirinan 20 sal in, dayikên 50,60 heta 90 salî li kuçeyan aştiyê qîr dikin. Aştî textekî zêr e. Ji ber vê yekê divê herkes li aştiyê xwedî derkeve.”

‘Bila şer û xwîn rawest e’

Kiran bal kişand ser girînya banga Ocalan û ev tişt got: “Divê banga serokekî ku gel girêdayî wî ye ya aştiyê neyê paşguhkirin. Rêzdar Ocalan timik gotinên aştiyê dubare dike. Got ku ji bo aştiyê amade ye. Bila herkes çav û guhên xwe veke û vê bangê guhdar bike. Êdî bes e. Zarokên kurd û tirkan ji bo mirinê nawelidin. Ji bo jiyaneke azad diwelidin. Em weke dayikên aştiyê li pişt gotinên aştiyê ne. Em jî ji bo aştiyê amade ne. Bila di demeke nêz de dewlet gav bavêje û aştiyeke mayîn de pêk bîne. Bila li ser masekê bên gel û hevdîtin dest pê bikin. Bila ev şer û xwîn bi dawî bibe.” Kiran herî dawî vê bangê ‘Bila kezeba tu dayikê neşewite û hêstirên wan nebarin. Em destê xwe bidin hev û li dijî vî şerê pêşiya aştiyê vekin.’ li dayikan kir.

‘Bila aştî bê vî welatî’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sultan Altan (60) jî diyar kir ku weke dayikekê dixwaze ku aştî pêk bê û ev tişt gotin: “Divê banga Ocalan a aştiyê li ber çav bê giritn. Bila kes nemire. Heta kuderê êdî bes e. Em daxwaz dikin ku êdî dewlet jî gavan bavêje. Bila aştî bê vî welatî. Bila ciwanê me nemirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar