Li Şirnex û Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girtibû û bi dehan kes binçav kiribûn. Li Şirnexê ji kesên hatin binçavkirin jê 2 kes hatin girtin û 9 kes jî hatin berdan.
Polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê û Navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê bi ser gelek malan de girtibûn. Polîsan Endamê Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î jî di navde gelek kes binçav kiribûn. Li navenda Şirnexê 5 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin. Fatih Artuç, Muhammet Veysel Kadırhan û Yusuf Nas li dozgeriyê hatin berdan. Abdulaziz Beyter û Huseyin Çiftçî jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Li navçeya Hezexê jî endamêm Meclîsa Şaredariyê yên HDP’ê Hatice Kaya û Mehmet Erarslan piştî îfade dan hatin berdan. Endamê HDP’ê Vahap Ozel û Îdil Yalçinkaya jî îro li midûriyeta polîsan hatin berdan.
Li Mêrdînê hêjmara kesên hatin binçavkirin derket 11 kesan
Li navçeya Nisêbînê 2 kes hatibûn binçavkirin. Hat diyar kirin ku der barê wan de 4 rojên din ê binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Li Navçeya Qoserê jî kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Qoserê tên rawestandin. Li Kerboranê jî Îrfan Yakut ê hatibû binçavkirin tê payin ku sewqî dozgeriyê bikin. Li Misûriyê ya Artuklu ya Mêrdînê jî polîsan bi ser malan de girt û diyar kirin ku der barê Yusuf Abukan û birayê wî Vedat Abukan de biryara binçavkirinê heye. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê diyar kir ku 11 kes hatine binçavkirin. ŞIRNEX/MÊRDÎN