Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji nû ve vejîn..!

Carekî din ji nava kirasê mirinê ku lê hatî pêçan diçirînin û xwe rizgar dikin. Xwe li hembêza çiyan, dar û deviyên welatê xwe digirim. Dizanim yê ku min biparêze û ji bo ji nû ve jiyan zîl bidim bibişkivin wê ev war û derdûş be.

Ji bo wê ye, ji ber zilm û êrîşên hov ên nemerdî yên celad berê xwe didim çiyan. Loma ku li van waran bi xwe hesiyam û min rastiya xwe dît. Berê rêwîtiya min bikeve van waran, bi rastî jî ez mirî û binaxkirî bûm. Îro ez nû têm dinê û dijîm. Emrê min ê rastî ji nû ve destpê dike, berê wê jiyaneke genî û mirî ji bo min hatibû danîn û kirasê cîhaneke rengê mat ê mirî li min hatibû kirin.

Bi guleya yekem ez ji qebrê hilbûm û min nefes girt. Nû hatim dinê û jiyam. Ev bû gava yekem a jiyana min a rast û dest bi gavavêtinê kirim. Berî wê rojê ez nebûm, ez hejar, ez bênav û bê war… bi wê guleya 15’ê Tebaxê ya ku dijmin berî 35 salan hejand, ez jî welidandim. Di aliyekê de bû gava yekem a hatina min a dinê û di aliyê din de bû gava yekem a weke kurd hatim nasîn. Bû du zayînên girîng ku her kes bi xwe hesand.

Dibe ku berî 35 salan guleya yekem li Dihê hatibe teqandin lê hê jî dengê wê vedide li çar aliyên Kurdistanê. Hê jî bi wê dengî serhildan û raperînên gelê aştîxwaz li ser lingan in û têdikoşin. Bi wê guleyê şoreşek însanî û civakî li ser bingehê ku ez heme û xwedî nasname û welat im li ber xwe dide. Agirê ku 15’ê Tebaxa 1984’an hate pêxistin bi pêşengtiya Fermandarê Mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) di roja îro de hê geş û her diçe belav dibe. Çawa berî 35 salan bi guleya li mejiyê dijmin hate xistin deng veda, bi ketina sala 36’an jî bi xwe re vejîneke nû ku li ser esasê serketin û azadiyê derxist holê. Wê demê kurd miribûn, ji nû ve hate zindîkirin, di roja îro de hemû gelên di bin tarîtiya hêzên desthilat ên li Rojhilata Navîn bi ketina sala 36’ê re ji nû ve zindî kir. Şoreşa li rojavayê Kurdistanê mînaka vê ya herî şênber û di roja îro de zindî ye. Şoreşa Rojava ya encama gulaya 15’ê Tebaxê ye, li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve gel vejand û zindî kir. Ne tenê kurd, ereb, ermen, asurî-sûryanî, kildan, êzidî… bi hev re ji nû ve zindî kir. Li ser vî bingehî bi hev re dijîn û li dijî metirsiyan li ber xwe didin. Guleya 15’ê Tebaxê qedera gelan da guhertin.

Di roja îro de gelek civak û gel dixwazin li ser berhemên guleya 15’ê Tebaxê ya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî avakirin, xwe bi rêxistin bikin û dawî li her cure faşizm û nokeriyê bîne. Qirêjî û gemariya desthilatê ya li serê mirovahî û civakê bûye bela, bi wê guleyê di roja îro de hate teqandin û têkbirin. 15’ê Tebaxê çawa ji bo gelê kurd bû destpêkek, di roja me ya îro de ji bo civakên Rojhilata Navîn heta welatên rojavayî dibin modela jiyanê. Ev hemû bi vîna azad a li ber dagirkeriyê serî netewandin û çirandina kirasê mirinê bû. Li ew warê ku carekê digotin kurd mirin e, nîne; niha têkoşîna azadiyê tê kirin. Niha navê kurd û Kurdistanê lê olan dide, niha zarokên ji bo azadiyê dilê wan lê dide bûne mesken û enî. Li warê ku kurd hatibû bin erdkirin, îro li wan waran govenda azadî û serbestiyê digerînin. Li cihên kurd hatin sirgûnkirin, jiyan ji nû ve vedijene. Li warên ku kurd hatin sêdaredan, niha dar bişkivîne. Li warên ku kurd lê hatine sêwîkirin, zarok tên dinê. Li gelî û newalên kurd lê hatin qirkirin, cenga azadiyê lê tê kirin. Li cihên kurd xistin di bin betonê de kurd ji nû ve vejiyan…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar