Li Meletiyê îsal jî rûyê milmişvanan nekeniya. Cotkaran got ku ger kooperatîfek bê avakirin dê xelas bibin
Li cîhanê ji sedî 60 mişmişên teze û ji sedî 80 jî mişmişên hişk li Meletiyê şîn tên û tên hilberandin. Lê belê îsal jî tişta ku cotkaran ji mişmişan hêvî dikir bi dest nexist û li gorî par îsal ji sedî 50’î kêm bûye. Mişmişvan Şenay Gundogdû diyar kir ku li bajêr 4 “axayên mişmişan’ hene û ji mecbûrî ketina nav pençikên wan û destnîşan kir ku tekane rêya xelasiyê ya hilberîneran kooperatîfbûyîn e.
Gundogdû ku li taxa Oren a navçeya Mihacirê bi salan e mişmişvaniyê dike, da zanîn ku par 12 ton mişmiş çinî ne lê îsal tenê ton û nîv çinîne. Gundogdû anî ziman ku darên mişmişan ne wekî darên din in û got ku pêşî kulîlkên mişmişan paşê pelên wan vedibin û wiha domand: “Ji ber îsal toz tune bû ber jî kêm bû. Mesela par min 12 ton mişmiş berhev kir, lê îsal min ton û nîv. Par min bi 6 lîreyan difirot, lê ez ê îsal bi 18 lîreyan bifiroşim. Pêşî em mişmişan berhev dikin. Paşê em wan dadiweşînin. Paşê em wan hebo hebo dixin qaseyan. Piştî em dixin qaseyan em wan radixin. Paşê em navika wan derdixin. Paşê em dîsa radixin. Piştî hişk dibin em dîsa kom dikin. Yanî heta mişmiş ji darê tê jêkirin û diçe embarê gelek zor û zehmetiyên wê hene.”
Di axaftina xwe de Gundogdû diyar kir ku ew pir tahbê dibînin lê belê dîsa jî heqê keda wan bi dest wan nakeve.
Heqê keda wan nayî dayîn
Gundogdû destnîşan kir ku berê wê fasûle û genim jî diçand lê belê dev jê berdaye û ev tişt anî ziman: “Berê me baş bû, lê belê tiştek di dest me de nema. Loma niha tiştekî naçînim. Niha di dest me de tenê mişmiş mane. Eger wisa biçe belkî kes hew bi mişmişan re jî eleqedar bibe. Çimkî wekî berên din di mişmişan de jî êdî heqê keda me bi dest me nakeve. Mesela ger kooperatîfbûyîn hebûna, wê rewş ne wiha bûna. Ger em berên xwe li cem xwe bi kar bînin, wê heqê keda me jî bi dest me bikeve. Ger wisa be wê her kes vî karî bike. Biya min kooperatîfbûyîn bivê nevê ye. Li Bazara Şîreyê 4 bazirganên mişmişan hene. Ez ji wan re dibêjim ev ne bazirgan in, ev ‘axayên mişmişa’ ne. Tê bi lingên xwe pêl keda min dike. Paşê bi mahdetirşî dibêje ‘na, çênebûye.’ Yanî Meletî di nav destê 4 kesan de ye. Lê ger li şûna van kooperatîfbûyîn hebûna û mirov heqê keda xwe bi dest bixistana, li piyaseyê ne gotina van 4 kesan, gotina Meletiyê derbasdar bûna wê mişmiş bi xelasiyê bikevin.”
Li gorî par bera mişmişan kêm bûye
Her wiha Neslîhan Cengîz jî diyar kir ku li gorî par bera îsal ne tu ber e û wiha got: “Îsal tiştek di dest me de nema. Li gorî par bera mişmişan ji sedî 50’î kêm bûye. Par me 10 ton mişmiş hişk kir û me 50 hezar lîre qezenc kir. Ji 2 hezar û 400 qaseyan 10 ton mişmiş derket. Lê îsal me 6 hezar qase raxistin. Dîsa 10 ton çêbû. Lê em xisirîn. Mişmiş bereke wisa ye ku mirov nizane wê çawa be.” MELETÎ