Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Êrişî herêmên aram dikin

Di teqîna li Qamişloyê de endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd bû û endamekî trafîkê jî birîndar bû. Hevserokên kantona Qamişlo êrîşên şaneyên veşartî yên li dijî herêmên rizgarkirî şermezar kirin û diyar kir ku bi taybet herêmên aram tên hedefgirtin

Li Qamişloyê teqînek pêk hat di encama êrîşe de hendamekî Hêzên Ewlehiyê şehîd bû. Li taxa Erbawiyê ya bajarê Qamişlo wesayîteke bombebarkirî li pêşiya Dibistana Sina ya taxa Erbawiyê hatibû bicihkirin û dema ku endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Trafîkê nêzî erebeyê bûn, ji dûr ve hat teqandin. Her wiha hate zanîn ku di encama teqînê de, endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd bû û yek jî birîndar bû û endamekî trafîkê jî birîndar bû. Her du birîndar li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo têne dermankirin.

‘Êrîşên şaneyên veşartî encamên gefan in’

Têkildarî êrîşên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê, hevserokên kantona Qamişlo ji ajansa ANHA’yê re axivîn û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku nûbûna DAIŞ’ê li dijî berjewendiyên mirovahiyê ye û divê pêşiya vê bê girtin.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusîv êrîş û kiryarên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê şermezar kirin û wiha got: “Ev êrîşên şaneyên veşartî li herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, bi gefên dewleta tirk re zêde dibin. Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi van gefên dewleta tirk re xwe nû dikin. Herêmên me ewle ne, yekser armanca van êrîşan têkbirina aramiya herêmê û têkbirina sîstemê ye. Çavkaniya DAIŞ’ê û dewleta tirk yek e. Divê gelê me ji wan êrîşên  şaneyên veşartî re hişyar be. Me çawa di herêmên xwe de DAIŞ têk bir, em ê bi vîna gelê xwe re jî van kiryarên DAIŞ’ê têk bibin. Banga me ji raya navneteweyî re heye ku destûrê nedin nûbûna DAIŞ’ê.”

‘Divê piştgiriya ku ji şaneyên veşartî re tê kirin, bi dawî bibe’

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq jî destnîşan kir ku nûbûna DAIŞ’ê di herêmê de li dijî berjewendiyên mirovahiyê ye û ev tişt got: “Gefên dewleta tirk û êrîşên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi hev ve girêdayî ne. Ev teqînên dawîn ên li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Tirbespiyê encamên kiryarên di navbera DAIŞ û dewleta tirk de ne.  Hedefa me ya esasî parastina ewlehiya herêmê ye. Kiryarên DAIŞ’ê li dijî mirovahiyê ne. Sivîlên herêmê tên hedefgirtin. Em bang li hemû dewletan dikin ku êrîşên li ser herêmên me yên aram bidin sekinandin. Divê piştgiriya ku ji şaneyên veşartî re tê kirin, bi dawî bibe.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar