Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin

Xizmên girtiyan bal kişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştî û çareseriya demokratîk û wiha gotin: “Aştiya bi rûmet bi yekîtiya kurdan dikare pêş bikeve. Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7’ê Tebaxê de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û aştiya Rojhilata Navîn peyamên girîng da. Ocalan got “Ez dikarim di hefteyekî de îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ji xwe bawer im. Bes bila dewlet û hikûmet rol û rista xwe pêk bînin” Piştgirî û xwedîderketina peyama Ocalan her ku diçe zêde dibe. Xizmên girtiyan jî piştgî dan peyama Ocalan û xwest her kes ji bo aştî û çareseriya demokratîk rol û rista xwe bilîzin.

Bavê Şîvekar Ateş a 3 salin li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye Mehmet Ataş diyar kir ku hêj tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebûye û wiha got: “Yên di polîtîkayên şer de israr dikin hevdîtina bi birêz Ocalan re qut dikin. Ji bo aştiyek pêk bê divê berî her tiştî dewlet bi girtiyan re li hev bê. Ger ku aştiyek bi rûmet pêş ketibûya ew qas mirovan jiyana xwe ji dest nedida. Ji bo aştî li ser vê axê pêş bikeve divê her kes berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Tu xêra kuştinê ji kesî re tune. Em ne alîgirê mirin û kuştinê ne. Em alîgirê jiyanê ne.”

‘Aştiya bi rûmet tê avakirin’

Bavê Abdullah Yildiz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekirdagê 3 salin girtî ye Mehmet Şakir Yildiz jî anî ziman ku rewşenbir û helbestvanê Kurd Seydayê Cegerxwîn gotiye “Kurdino bibin yek; ger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek” û wiha axivî: “Ji aştî pêş bikeve vîn û piştgiriya gel pir muhîm e. Divê kurd yekîtiya xwe ava bikin ku karibin aştiyê pêş bixin.”

‘Yên şer dixwazin mirovahiyê naxwazin’

Necîme Yaşaer a hevjînê wê Hîda Yaşaer 3 salin girtî ye û kurê wê Selahaddin Yaşaer 5 salin girtî ye jî anî ziman ku hemû bang û hewldanên Ocalan bê bersîv dimînin û wiha got: “Bi salan e ez di navbera girtîgehên Trabzon û Dîlokê de diçim û têm. Em naxwazin tu zindî bê kuştin. Em aştî û aramiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Yên şer dixwazin ji mirovahiya xwe winda kirine.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar