Endamên MYK’ê yên HDP’ê piştî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê bi awayekî awarte li hev kom bûn. MYK’ê bi sernavê “Em bêdeng nabin, em ranawestin” daxuyanî dan û got ku ev darbeya nû ya siyasî ye
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin, bi awayekî awarte li hev kom bûn. Di civîna MYK’ê de Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî serokatiya civînê kir. Beriya civînê MYK’ê bi sernavê ‘Em bêdeng nabin, em ranawestin’ daxuyanî dan.
MYK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku HDP’ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedî ji sedî 63, Mêrdînê ji sedî 56 û Wanê jî ji sedî 53 dengan qezenç kiriye û ev tişt vegot: “Hevşaredarên me li ser derewên Wezîrê Karên Hundir û li dijî qanûn û hiqûqê ji peywira xwe hatine dûrxistin. Li dijî endamên meclisa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê operasyona binçavkirinê ya mezin didome. Ev aşkera darbeya nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de li dijî vîna gelê kurd a siyasî helwestek dijminantiyê ye. Wezîrê Karên Hundir vîna gel xesp kiriye. Bi provokasyonan tu şop li şûna demokrasiyê nehiştiye. Tetîkêşên van pêkanînên dijdemokratîk in. Navenda darbeyê ye. Di serdema qeyûman de di serî de 3 şaredariyên bajarên mezin, çavkaniyên hemû şaredariyên HDP’ê xerç kirin û li pişt xwe kavilek hiştin. Di rapora sayiştayê de jî hat dîtin ku şaredarî hatin talankirin û şelihandin.
Bi vê yekê qasî misqalekê rewaya demokrasiyê ya vê îktîdarê nema ye. Vîna gel xesp kirine. Vîna ku gel di hilbijartinê de bi dest xistine û îktîdarê nekariye bi dest bixe, bi tundî û zora dewletê xwestiye xesp bike. Ev xesp û zordarî bûye rewşek asayî ya AKP-MHP’ê.
Em ê li dijî vê îktîdarê têkoşîna rewa û demokratîk li gorî hiqûq û pîvanên gerdûnî berdewam bikin. Demokrasî bi têkoşîn û biryara hevpar a hêzên demokrasiyê pêş dikeve. Em bêdeng nabin, em ranawestin.” ENQERE