Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

NPG’ê çalakiyên Şemzînan û Geverê yên gerîlayan pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel çalakiyên gerîlayan ên di 15’ê Tebaxê de li Geverê û di 16’ê tebaxê li Şemzînanê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel peyamek ji Fermandariya Eyaleta Avaşînê re şand. NPG’ê ji bo çalakiyên serkeftî yên gerîlayan ew pîroz kirin.

Fermandariya NPG’ê di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin. “Di salvegera 35’emîn a 15’ê Tebaxê de, di 15’ê Tebaxê de li Girê Şehîd Afat ê Gevera Colemêrgê û di 16’ê Tebaxê de jî li Girê Leylekê yê Şemzînanê hêzên we yên eyaletê ketine nav çeperên dijmin û çalakiyên serkeftî li dar xistine. Di çalakiya Girê Şehîd Afat de gerîla ketine çeperên dijmin, çûne ser cenazeyê 7 leşkeran û dema ku helîkopter hatine jî gerîlayan li helîkopteran dane. Ev taktîkeke serkeftî ye. Di heman demê de li Girê Leylekê jî gerîlayan çeperên dijmin kirine hedef û çek ji ser leşkerên dijmin rakirine. Ev jî hêza gerîla nîşan dide. Gerîla wekî birûskê li leşkeran daye û dijmin mat maye. Li van qadan ên ku dijmin 24 saetan derdora xwe kontrol dike û çalakiyên ku hatine kirin li gorî ruhê serdemê ye. Ev çalakiyên di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de gelekî watedar in.”

NPG’ê ev tişt anî ziman: “Di her du çalakiyan de em fermandar û şervana pîroz dikin û dumahîka serkeftina wan dixwazin. Em bi hezkirin û rêz rêhevalên ku bi taktîkên dewlemend û performanseke bilind derbên giran li dijmin dane û hemû rêhevalên li eyaletê silav dikin.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar