Koma Demokratên Sosyal (SD) a Parlementoya Ewropayê nerazîbûn nîşanî wezîferdarkirina qeyûman a li ser sê şaredariyên HDP’ê û daxwaz kir ku divê ev biryar bi şûn ve bê girtin.
Koma Demokrat ên Sosyal, narazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê da.
Alîkara serokê komê Katî Pîrî daxuyaniyek da û diyar kir ku bi kêmanî 418 kes hatine destgîrkirin.
Pîrî got: “Wisa dixuyê ku li Tirkiyeyê vîna gel dema ku di zixmeta AKP’ê de be divê rêz jêre bê girtin. Hevşaredarên van şaredariyan berî 5 mehan bi hilbijartinê hatinbûn hilbijartin. AKP a ku bi hilbijartinê bidest nexist, niha bi ne rêyên demokratîk û bi rêbazeke ne rewa dixwaze bidest bixe.”
Pîrî domdarî got: “Mafên bingehîn ên gelê Kurd jî hene. Muxalefeta demokratîk û rewa ya li dijî polîtîkayên hikûmetê nikare bi terorîzmê re bike yek.”
Pîrî diyar kir ku bi vekirî destkeê dide hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û bang kir ku divê ev biryara ne rewa ya hikûmetê paşve bê kişandin. STRASBOÛRG