Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Gelê Amedê bertek nîşanî qeyûm da

Welatiyên Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dan. Welatiya 65 salî Raziye Işiktaş, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Ez ji çareseriyê re amade me” û wiha got: “Serokê me çiqas dibêje aşitî ew zêdetir zilmê dikin.”

Welatiyên Amedê ji bo ji peywirgirtina hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku tayînkirina qeyûman zilm û heqaret e. Ji welatiyan Tahir Ehmed Mehmûd ê 45 salî diyar kir ku hatina qeyûm heqaret e û vê yekê qebûl nakin, lanet dikin.

Welatî Hemze Kiliç ê 28 salî jî da zanîn ku heke niha li dijî tayînkirina qeyûm a Şardariya Bajarê Mezin kes dengê xwe neke, wê sibê ev tişt were serê şardariyên din jî û wiha axivî: “Em dengê xwe nekin wê şaredariyên me tev dê biçin. Ji ber vê yekê tevî mirovên me bila derkevin li vîna xwe xwedî derkevin. Ji me re tiştê lazim eve. Em heqê xwe dixwazin tiştekî din naxwazin. Bila heqê me nexwin. Daxwaza me ewe ku em li vîna xwe xwedî derkevin.”

‘Em ê bi têkoşînê qezenç bikin’

Raziye Işiktaş a 65 salî jî destnîşan kir ku bi vî emrê xwe di hilbiljartinê de tekoşiya û wiha got: “Me gelek zehmetî dît. Divê keda me vala neçe. Em wê zehmeta xwe li wan helal nakin. Bi zorê ji me distînin. Heke bi zorê nebe nikarin ji me bistînin. Bi qeweta dayikan mabe jî dîsa em ê ji wan bistînin. Em vê ji wan re nahêlin bila qet kêfa xwe nînin. Çima bi zorê ji me distînin?  Me bi ket û têkoşînê şaredarî qezenç kirin. Ev zilm û heqaret e li me dikin. Qeyûm were jî em ê tebikoşin û dîsa qezenç bikin.”

‘Heta ku em sax bin li pey Serokê xwe ne’

Işiktaş bal kişand peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Ez ji çareseriyê re amade me” û wiha got: “Bi me dayika bimîne jî heta em li ser piyan bin û qewetên me hebe jî em ê li pey Serokê xwe bin. Serokê me çiqas dibêje aşitî ew bêtir zilmê dikin.”

Helîm Aslan ê 20 salî jî wiha got: “Divê bi lez û bez şaredariyên me yên ku qeyûman xesp kirî paşve bidin. Gel bila bibe deng. Heta dawiyê em ê têbikoşin û li vir in. An dê bidin an dê bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar