Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Şemzînan û Sêrtê kontrayek û 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Şemzînan ya Colemêrg û navçeya Berwarî ya Sêrtê li dijî leşkerên artêşa tirk çalakî li dar xistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de kontrayek û 4 leşkerên tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 18’ê tebaxê saet di 17.00’an de li dijî wesayîta ku alavên leşkerî ji Girê Kelebe û Qereqola Dûrê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê re dibirin çalakiya sabotajê pêk anîne û ev agahî parve kir: “Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî bi temamî hate rûxandin, kontrayê ku di wesayîtê de hate kuştin.

Hêzên me yên YJA-Starê jî di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de roja 19’ê Tebeaxê saet di 09:30’an de li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku li ser rêya Çemê Karê û gundê Osyan yê navçeya Berwarî ya Sêrtê derketibûn operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîteke dijmin hate rûxandin û biqasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker rê ji trafîkê re girt. Yekîneya me ya çalakî lidar xist bi silametî gihişte baregeha xwe.

Nasnameya gerîlayeke şehîd hat aşkerakirin

Di daxuyaniya xwe ya 19’ê Tebaxê de me ragihandibû ku di êrîşa hewayî ya 14’ê Tebaxê ya li herêma Çemçê ya navçeya Kaxizman a Qersê hevreyêk me şehîd bûbû. Nasnameya hevreyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Dijwar Rezan

Nav û Paşnav: Îsmet Dînç

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik – Bav: Ayten – Mûzaffer

Dem û Cihê Şehadetê: 14’ê Tebaxa 2019’an / Qers

Rêhevalê me Dijwar Rêzan di sala 1995’an de li Mûşê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Wekî hemû ciwanên kurd ên li Kurdistanê dijîn di temenekî ciwan de bûye şahidê asîmîlasyon û zextên dewleta tirk. Rêheval Dijwar li hemberî vê faşîzmê û ji bo azadiya gelê kurd di sala 2014’an de tev li nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Dijwar ji roja ku tevlê bûye li qadên Bakur têkoşiyaye û peywirên xwe bi dîsîplîneke mezin pêk aniye. Rêheval Dijwar tev li Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li eyaletê bûye. Rêheval Dijwar bi rûkenî, samîmîyetî û fedakariya xwe bala hemû hevalên xwe kişandiye û heta kêlîka ku şehîd bûye, ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyaye.

Malbata rêheval Dijwar di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya ku şehîdan dewrî me kiriye, em ê bigihînin serfiraziyê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar