Dayika Aştiyê ku ji ber bombeyên gazê ya polîsan ket bin bandorê Aysel Tufan bang li gelê Kurd kir û got: “Ev çi hale, vîn a me ye, deng yê me ye. Kurdno rabin ser piyan.”
Wezîrê Karên Hundir piştî di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî bajarên Wan, Amed û Mêrdinê kir, gelê Wan, Amed û Mêrdînê di nava çalakiyan de ne. Duh polîsan li Amed, Wan û Mêrdînê bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyên daketin qadan kir û gelek kes birîndar kirin. Gelek kes jî hatin binçavkirin. Li Amedê ji ber êrîşa hişk a polîsan ku ava şid avêt ser girsê Aysel Tufan ji bombeyên gazê û bêzar bû. Tufan ku li Kolana Lîse rastî êrîşa polîsan a ava şid û bombeyên gazê hat, hêrz û nerazîbûna xwe anî ziman û bang li gelê kurd kir.
‘Rabin ser piyan ‘
Tufan bang li gelê kurd kir û wiha got: “Kurdan çi kiriye ew qas rastî zilm û zorê tên. Kurdistan di destê mêtîngeran û dagirkeran de ye. Kurdno ez tika dikim. Rabin ser piyan. Vîn a me ye, deng ya me ye, bajar yê me ye. Kurdno rapin ser piyan.” AMED