Parlamenter, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên HDP’ê yên xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin. Girsê li dijî dorpêça polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Wezîrê Karên Hundir di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Piştî tayînkirina qeyûm û ji peywirgirtina Hevşaredaran, bertek û nerazabûna li dijî tayînkirina qeyûman zêde dibe.
Çalakiyên li Amedê didomin. Li aliyê din dorpêça Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî didome. Parlamenter, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên HDP’ê yên xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin. Girsê li dijî dorpêça polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseya ku parlamenter jî di nav de li Kolana Lîseyê kom bûn û xwestin biçin pêş şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan girse dornpêç kir û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê girsê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê di bin dorpêça polîsan de didome.
Her wiha li Wan û Mêrdînê jî çalakiyên gel ên li dijî tayînkirina qeyûman didome. Gelê kurd bi berxwedana xwe xwedî li vîn û têkoşîna xwe derdikeve. Gel bi zimanîkî tund rejîma AKP/MHP’ê şermezar dike û destnîşan dike ku dê vê xespa li ser vîna xwe qebûl neke. AMED