PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, xwest her kes li dijî feraseta qeyûm têkoşîna demokrasiyê mezin bikin û wiha got: “Ev wêneyê darbeyê ye. Em ê li dijî vê darbeyê dengê demokrasiye bilind bikin. Hevşaredarên HDP’î nûnerê gelên Mêrdîn ê qedîm e. Ne aqilê dewletê ye. “

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, li Parka Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya Temellî û koma HDP’ê xwestin têkevin parkê, polîsan bi TOMA û maşînê Zirxî park dorpêç kirin û destûr nedan ku li parkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dema Hevserokê HDP’ê Sezai Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, girseya HDP’ê xwestin têkevin parkê, polîsan destûr neda û ew asteng kirin. Demek dirêj di navbera polîsan û girseya HDP’ê de nîqaş derketin. Dema niqaş dikirin polîsan mudaxaleyî girsê kir. Li gel hemû astengiyên polîsan girsê daxuyanî da çapemeniyê.

Temellî diyar kir ku di 19’ê Tebaxê de darbeyek din pêk hat û wiha got: “Darbeyek sivîl dîsa pêk hat. Li rûpelên tarî yên dîroka Tirkiye rûpelek din zêde bû. Dest danîn ser 3 şaredariyên me yên mezin. Xezp kirin. Vîna gel tune hesibandin. Em vîna wi welatî dibînin ku xwe li pişt polîsan veşartiye. Ev wêneyê darbeyê ye. Ev nîşan dide ku vîna gel tune dihesibînin. Ev wêneyê darbeyê ye. Em li dijî darbeyan li vir in. Em û gel dê bi hevre demokrasiyê biparêzin û li aştî û demokrasiyê xwedî derkevin. Em ê li dijî vê feraseta ku xwe bi şer xwedî dike li kolana bin û dengê heqîqet û aştiyê bilind bikin.”

Vîna gelên qedîm HDP ye

Temellî anî ziman ku vîna gelên Qedîm ê Mêrdînê hevşaredarên HDP’î ne û wiha berdewam kir: “Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Turk vîna vî gelê qedîm . Vîna gelê kurd, ereb, suryanî û gelê din ê qedîm e. Em li vir aqilê tecrîdê û aqilê qeyûmê qebûl nakin û ji bo xwe esas nagirin. Ev ne aqilê dewletê ye. Îro îktîdar hiqûq û zagonên xwe jî nas nake. Ev yek zordarî ye. Li vir dewlet zagon û hiqûqa xwe nas nake. Dewlet êdî ne dewleta makeqanûnî ye.”

HDP partiya jinê ye

Temellî da zanîn ku îktîdar wan bi pergala “Hevserokatiyê” tawanbar dike û wiha got: “Ev nîşan dide ku yên ev biryar dane aqilê xwe winda kirine. Raste Pergala Hevserokatiyê heye. Ev pergal ne sûc e. Tu car nabe sûc. Li diji sûcan têdikoşe. Ev pergal navê têkoşîna azadiya jinê ye. HDP  partiya jinê ye. Li gorî nûnertiya wekheviyê tev digere.”

Tecrîd heye

Temellî bal kişand ser sedema qeyûm û wiha got: “Hûn dizanin çima talan û qeyûm heye? Ji ber ku li vî welatî tecrîd heye. Ji ber ku li vî welat bêyî OHAL’ê nikarin welat bi rêve bibin. Ev îktîdar êdî nikare vî welatî bi rêve bibe. Siyaseta wê xelas bûye. Li şûna pirsgirêka kurd çareser bike di bêçareseriê de israr dike. Bi hişe şer û zilê welat bi rêve dibin.”

Dem dema piştevaniyê ye

Temellî anî ziman ku dem dema piştevaniyê ye û wiha bi dawî kir: “Em ê xwe û bajarê xwe tevî bi rêve bibin. Dem dema ku em êdî vê ferasetê nas nekin. Dem dema piştevanî û şêwirmendiyê ye. Ne tenê li Amed, Mêrdîn û Wanê. Em li her derê Tirkiye piştevaniya demokrasiyê xurt bikin. Em li her derê li şaredariyên xwe xwedî derkevin. Em li Stenbol, Mêrsîn, Edene, Îzmir Antalya û li her derê li şaredariyên xwe û vîna xwe xwedî derkevin. Em ê li her derê li kolanan bin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin.” MÊRDÎN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar