PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle’ amade ye

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku ji bo parastina “Herêma Ewle” ya ku plan dikin di navbera Serêkanîyê û Girê Spî de ava bikin amade ne. Fermandarê Meclisa Leşkerî Riyad Xelef El Xemîs, xwest seranserî sînor “Herêma Ewle” bê avakirin

Li Sînorê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye di destpêkê de plan dikin ku bi firehiya 5 kîlometreyan di navbera  Girê Spî (Til Ebyad) û Serêkaniyê de “Herêma Ewle” ava bikin. Niqaşên der barê naveroka  “Herêma Ewle” de hêj didomin û hêj naveroka planê bi aşkere nehatiye parvekirin. Têkildarî plana “Herêma Ewle” ya ku Tirkiye û DYA di navbera xwe de li hev kirine, Hêzên Sûriya Demokratîk  (HSD) jî ji derve beşdar dibe. HSD, dixwaze sînorê “Herêma Ewle” ji Çemê Firatê heta Çemê Dicleyê berdewam bikin. Lê heta niha plana ku aliyan li ser li hev kiriye neketiye meriyetê. Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku ji bo parastina “Herêma Ewle” ya ku plan dikin di navbera Serêkaniyêû Girê Spî de ava bikin amade ne.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ji 21 komiteyan pêk tê. Meclîsa Leşkerî ji Komîteya perwerdehî, aborî, ewlehî, çapemenî û gelek beşên din jî di navde ji 21 beşan pêk tê. Di navde şervanên ereb, kurd, tirkmen, û ermenî jî hene. Meclisa Leşkerî diyar kirin ku di herêma bê avakirin de amade ne ku cihê xwe tê de bigirin.  Li aliyekîdin hevdîtinên Meclîsa Leşkerî û Hêzên Koalîsyonê ya di pêşengiya DYA de didomin. Tê payin ku di rojên pêş de heyetek were Girê Spî.

Tirkiye dixwaze têkeve herêmê

Fermandarê Meclisa Leşkerî Riyad Xelef El Xemîs, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîû xwest seranserî sînor “Herêma Ewle” bê avakirin. Xemîs, anî ziman ku armanca Tirkiye ya sereke ewe ku têkeve herêmêû wiha got: “Tirkiye li bajarên li ser sînor, deriyê xwe ji DAİŞ’ê re vekir. Hemû sînorê xwe ji “terorê” re vekir. Em ji herêma ku di bin venêrtina me de be dibêjin erê. Tirkiye di bin navê “Herêma ewle” de dixwaze axa me dagir bike. Em wekî Meclîsa Girê Spî vê yekê qebûl nakin. Tê diyarkirin ku “Herêma Ewle” ya navbera Girê Spî û Serêkaniyê 5 kilometre firehîû 100 kilometre dirêjî ye. Lê em dixwazin seranserî sînor “Herêma Ewle” bê avakirin û ev yek di kontrola me de be. Divê herêma ewle ji bo mirovên ku ji DAŞI’ê hatine rizgarkirin îlan bikin. Tirkiye dixwaze me û vê axa me terorîze bike. Em zarokên vê axê ne. Kes ji derve nehatiye ser vê axê. Yên li ser vê axê dijîn Kurd, Ereb, Ermenîû Tirkmen in. Em naxwazin Tirkiye têkeve axa me. Em amade ne ku sînorê xwe biparêzin. Me êrîşî axa kesî nekiriye. Bi sedan sal in em li vir in. Hemû cîhan dizane ku me tenê axa xwe parastiye. Me axa xwe ji terora DAÎŞ’ê parastiye. Me di vê tekoşînê de 11 hezar şehîd daye. Ji bo parastina axa xwe em amade ne ku bedelên din jî bidin.” GIRÊ SPÎ

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar