Parêzer û çalakvanên civaka sivîl diyarkirin ku ambargoya li ser şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî mafê mirovan e û gotin ku ambargoya li ser wargehê ne rewa ye
Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penaberan a Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêçan.
Rojek piştî bûyerê, ango 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa tirk, wargeh bombebaran kir û di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Her wiha ji ber ku asayîşa PDK’ê rê neda, zarokên du dayikan mirin.
Ambargoya li ser wargehê hê jî didome. Hîn parlamento, hikûmet û tu hizbek din behsa sedemê ambargoyê nekiriye. Li ser vê mijarê parêzer û çalakvanên civaka sivîl axivîn.
Parêzera bi navê Sozan Hisên got ku mafê hemû penaberan heye li ku derê bin li wir bijîn û wiha got: “Mafê penaberan li pêşiya aliyên siyasî ye, mafê hemû mirovan e ku li ku derê bixwaze bijî û hilbijêre. Niştecihên Wargeha Mexmûrê bi salan e li Mexmûrê dijîn û niha ambargoyek dijwar li ser wan heye. Tiştek nabe sedemê cezayê tecrîdê. Ev rê girtin berevajiyê mafê mirovan e.”
Hisên anî ziman ku her du dayikên ku zarokên wan hîn jidayîk nebûyî mirine, dikarin doz vekin û wiha domand: “Çawa parastina kesek tirk li ser stûyê PDK’ê ye, bi heman awayî parastina penaberan jî li ser stûyê wan e.”
Çalakvana civaka sivîl Nîştiman Îbrahîm jî da zanîn ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ne rewa ye û wiha axivî: “Ev razîkirina dilê dijmin e, mixabin gelek guneh e ku kurd li ser xaka xwe penaber bin. Çawa mafê me li ser vê xakê heye, yê wan jî bi heman awayî heye. Ambargoya li ser niştecihên wargehê dibe metirsiya derûnî û jiyanî.”
Her wiha Îbrahîm diyar kir ku divê ew salên 91’ê ji bîr nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em ji bîr nekin dema ku em penaberbûyîn parçeyên din alîkarî daye me. Em nikarin deynên wan bidin û mixabin me jî heman helwest nîşan nedaye. Hêvîdar im herkes ji bo ambargoya li ser wargehê rabe, zextê li hikûmetê bike.” SILÊMANÎ