Walîtiya Êlihê keyayê 3 tax û guhdekî Êlihê ji peywirê girt û li şûna wan qeyûm tayîn kir
Walîtiya Êlihê keyayên taxên Çay, Korîk û Baglar û Gundê Kosetarla ji peywirê girt û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Walîtiya Êlihê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku keyayan li ser navê rêxistinê sûc kiriye û endamtiya rêxistinê kirine û tev li çalakî û xwepêşandanan bûne. Walîtiyê diyar kir ku Keyayê taxa Çayê ji ber cezayê wî hatibû erêkirin Lijneya Hilbijartina Bilind mazbata wî betal kiribû. ÊLIH