Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Em ê li dijî zilmê bi hevre têbikoşin’

Komeleyên herêmê yên li Stenbolê bertek nişanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku wê li dijî zilmê bi hevre tebikoşin

Platforma Komeleyên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGDP), bertek nîşanî tayînkirina Qeyûman a Wan, Amed û Mêrdînêdan. Nûnerên komeleyan li Komeleya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn û daxuyanîdan.  Nûnerên komeleyan diyar kirin ku wê li dijî tayînkirina qeyûman bi hevre têbikoşin. Li komeleyê pankarta “Ya hatiye xespkirin vîna gel e û em bêdeng namînin” vekirin.

Li ser navê komeleyan Serokê DGDP’ê Abdulhakim Daş, diyar kir ku hikûmetê beriya hilbijartina 31’ê Adarê agahiyên tayînkirina qeyûman dan û wiha got: “Tayînkirina qeyûman binpêkirina demokrasiyê ye. Divê hemû kesên li dijî vê tundiyîû hemû kesên demokrasiyê diparêzin mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Divê her kes têkoşîna xwe bike yek. Îro qeyûm tayînî Amed, Mêrdîn û Wanê kirin, ger ku bêdeng bimînin wê sibê tayînî Stenbol,Îzmir, Enqere, Hatay û Antalya jî bikin.”

Serokê Aliyên Olî yê Stenbolê Ekrem Baran jî anî ziman ku di demên borî de qeyûmên hatin tayînkirin bajar talan kirin û wiha got: “Qeyûmên berê di binavê xizmetê de her tişt dizîn ûşaredarîşelandin. Piştî wê Kurdan di hilbijartinê de darbeyek mezin li AKP’ê xist.  AKP ku têkçûn hezim nekir, ji bo tola xwe hilîne dîsa qeyûm tayîn kir. Îro wê dîsa bi ser nekeve.”

Endamê Rêveberiya Federasyona Komeleyên Dêrsimê Yusuf Ziya Demîrçîvî jî tayînkirina qeyûman ûêrîşa li dijî gel şermezar kir. Demîrcîvî, anî ziman ku vîna di 31’ê Adarê de derket holê bi qeyûman xesp kirine û wiha got: “Em ê li her qadên jiyanê li dijî vê zilmê têbikoşin.”

Komeleyên tev li daxuyaniyê bûn wiha ne: “Federasyona Komeleyên Elihê, Federasyona Komeleyên Mûşê, Federasyona Komeleyên Dêrsimê, Federasyona Komeleyên Qereqoçanê, Federasyona Komeleyên Bedlîsê, Federasyona Komeleyên Mêrdînê, Komeleya Alîkarîû Piştevaniyê ya Qeyseriyê, Federasyona Komeleyên Amedê. Komeleya Mele Mistefa ya Kopa Mûşê, Federasyona Komeleyên Amedê, Komeleya Alimên Ol a Stenbolê, Komeleya Alîkarîû Piştevaniyê ya Bedlisêû Komeleya Semsûryan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar