Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Qilabanê de bi kêmanî 8 leşker hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand k udi çalakiyên li Xakurkê de 3 leşker û li Qilebanê jî 5 leşker hatine kuştin.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 21’ê tebaxê saet di 11.20’an de li dijî yekîneyên operasyona artêşa tirk a li herêma Girê Şekîf a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûne çalakiyek lidar xistine û ev tişt diyar kir: “Di vê çalakiya bi xurtî li hêzên dijmin ên dema dixwestin bi cih bibin hate xistin de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê derdor bi obus û hewanan ketober dan ber bombeya. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihiştin cihên xwe.”
Her wiha HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de jî ev agahî da: “19’ê tebaxê saet di 23:30’an de hêzên me konvoyeke leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker a li nêzî gundê Avka Masiya a dikeve navbera rêya Cizîr û Şirnexê kirine hedef. Di vê çalakiyê de ku wesayîteke bi tîpa kîrpî hate hedefkirin û bi xurtî hate lêxistin de, wesayît derb xwer, lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. 21’ê tebaxê jî hêzên me di navbera rêya gundên Akir û Soyan ên girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê du wesayîtên bi tîpa kobra û kîrpî xistin bin kontrolê. Ev wesayîtên demeke dirêj xistin di bin kontrolê de saet di 11:20’an de hêzên me kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku her du wesayît bi xurtî hatin hedefkirin, wesayîta bi tîpa kîrpî bi temamî hate têkbirin. Di vê çalakiyê de biqasî hate zelalkirin 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
Hêzên me yên ku çalakî kirine bi silametî gihiştine cihên xwe.” BEHDÎNAN