CNN’yê îdîa kir rêveberiya Emerîkayê teklîfa ku plansaziya wê dihate kirin pergala berevaniya hewayî ya Patrîotê bifiroşin Tirkiyê bi fermî paş ve kişandiye.
Di nûçeyê de ku di qenala CNN’ê de derket hate gotin rayedarekî ji Wezareta Karê Derve agahî daye ku teklîf paş ve hatiye kişandin.
Tê gotin li gel îtîrazên NATO û DYA’yê ev ‘bersivek e’ li dijî standina Tirkiyê ya pergalên berevaniya hewayî ya S-400’î ya Rûsyayê.
Li gorî agahiya ku rayedarê wezaretê dayî CNN’yê di rewşeke wiha ku firotina S-400’î pêk were û radestî Tirkiyê were kirin teklîfa ji bo ku firotina Patrîotê wê bi paş ve were standin.WAŞÎNGTON