Hevdîtinên di navebera Rêber Apo û heyeta HDP’ê de yên di Newroza sala 2013’yan de ji aliyê rojnameger Namik Durukan ve di rojnameya Milliyetê de bi raya giştî re hatibû parvekirin. Li ser vê yekê R.T. Erdogan derketibû pêşberî kamereyan û hêrsa xwe bi van gotina“Ez ê vegerînim serî” anîbû ziman.
Di rastiya xwe de R.T. Erdogan bi van gotinan bi awayekî vekirî gef xwaribû. Lê belê gef li kê dixwar? Bêguman ên ku ew guhdar dikirin her kesî wekî ku gef li HDP’ê xwariye fêhm kiribûn û dinirxandin. Jixwe armanca R.T. Erdogan jî ew bû ku wiha bê fêhmkirin. Lê belê rastî ya vê ne wisa bû. Lewre R.T. Erdogan ne xwedî ew hêz bû ku gefê li kesî bixwe, têk çûbû. Lê afirandina nerîneke wiha li gorî berjewendiyên xwe dîtibû. Lê belê ligel vê rastiyê jî tu kes derneket û negotin, ‘Raweste çi dibe, tu çi dibêjî’. Heke hin kesan rabûna ev tişt bigota, bi bawerî dengê R.T. Erdogan jî nema dernediket. Wê bihata rewşa wekî ku ew gotin ne wî gotiye.
Jixwe sedema ku nûner û pêywirdarên xwe şand Îmraliyê ber lingên Rêber Apo ji ber vê yekê bû û ji wî wêdetir ne kesekî din bû. Di wê pêvajyê de hem çalakiyên Gerîlayên Azadiyê, hem tevgerîna civakî û hem jî berxwedana zindanan wî gelekî tengav kiribû. Ji xwe Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hikûmeta AKP’ê anîbû rewşa ku nikaribe bêhnê bistîne. Wekî din jî tu çareyek wî ya din nemabû; têk çûbû.
Li pêşberî Tevgera Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê R.T. Erdogan têk çûbû. Pêwistî bi jinûve xwe komî ser hev kirinê hebû. Ji ber vê yekê, wekî ku piştre jî derket holê, li gorî xwe ku navê “hevdîtinan”lê kiribû lîstika şerê taybet xistibû dewreyê. Kêliya ku ew dema pêwîst bi dest xist û fikra ku êdî xwe komî ser hev kiriye pê re pêş ket, ji bo wê têkçûna xwe berovajî bike ket nav liv û tevgerê. Ew plana mêtingehiyê ya qirkirinê ku navê “Plana Çongdanînê” lê kiribûn jî ev rastî nîşan dida.
Armanca ku di 5’ê Nîsana 2015’an de ev “Plana Çongdanînê” têxe dewrê jî bi dawîkirin wê rewşa xwe ya têkçûyî, ji bo R.T. Erdogan rêyeke din vebike bû. Ji bo vê yekê jî dest bi êrîşên mêtingerî û qirkirinê yên jinûve dagirkirina Kurdistanê kirin. Wekî ku Kurdistanê veguherînin gola xwînê; xwestin civakeke bêdeng, serî tewandî wekî kole biafirîn e. Lê belê bi ser neketin. Nekarî bû ew ‘Gelê Azad’ê ku bi nasnameya xwe ya civaka Kurdistanê xwe ji nû ve afirandiye, bênasname bihêle. Nikarîbû civakeke bê îrade, serî tewandî, ji rastiya xwe şerm dike û bîne asta ku bibe evîndarê celadê xwe. Gerîlayên Azadiyê wekî her tim bû hêviya gel û baweriya civaka Kurdistanê.
Civaka Kurdistanê di her firsendê de; Di Newrozan, 1’ê Gulanê, hilbijartin û referandûmê de bersiva pêwîst dan R.T.Erdogan. Bi van jî nema. Ew DAIŞa ku hemû hêviya xwe pê ve girê dabû û wê xwedî dikir ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dawî li wê serweriya DAIŞ’ê ya li Bakurê Sûriyeyê anî û xistin wê rewşê ku nikaribe bêhnê bistîne.
Bi vî awayî R.T. Erdogan nikarîbû xwe ji têkçûnê rizgar bike. Di encama vê yekê de, ew lîstika ku berê lîstibû careke din xist dewrê. Lê belê hêj firsenda ku wê lîstikê bilîze nedît, neçar ma ku rastiya xwe û niyeta xwe ya xirab derxîne holê. Ev êrîşa qirkirin û mêtingeriyê ya di 19’ê Tebaxa 2019’an de jî rastiya vê yekê ye ku daye der.
Ew dewleta TC a mêtinger, qirker û bi tevahî xwe li ser rêxistinbûyîna şerê taybet ava kiriye ji bo bibe hêzekî hegemon a Rojhilata Navîn xwestibû şerê Sûriyeyê ji bo xwe veguherîne firsendekê. Lê belê Şoreşa Rojava ev yek asteng kiribû. Bi ew êrîşên çetewarî yên wekî çeteyên El Nusra, DAIŞ û hwd hewldida Şoreşa Rojava asteng bike jî fêde nekiribû ku bigihêje armanca xwe.
Di encama vê yekê de jî êdî ew bi xwe ketibû dewreyê. Piştî dagirkeriya Cerablus, Bab û Efrînê, ku beriya wê dîrok desntîna dikir, dest bi tevgerîna li Rojhilatê Firatê dike, dest bi amadekariyên dagirkeriya Rojavayê Kurdistanê dike. Lê belê nekete nav tevgerekê. Tam dijberî wê li Efrînê di encama êrîşên hêzên azadiyê gelekî tengav bûn. Çeteyên wan ên li Idilbê derbeyên giran xwarin û herêmên stratejîk ên di destên xwe de winda kirin. Dewleta TC a mêtinger û qirker êrişên xwe yên darbeya mêtingeh û qirker a 19’ê Tebaxê di nav van şertan de pêk aniye.
Hin kes dikarin bêjin ku beriya hilbijartinên 31’ê Adarê R.T. Erdogan gotibû ‘Jixwe dê qeyûm tayîn bikin, dest deynin ser şaredariyan’ û tiştê ku got kir. Ev gotineke şaş e. Ev gotin rista bertek û çalakiyên civakî lewaz dike dilîze. Ev di esasê xwe de li xwemikurhatina têkçûnê ya R.T. Erdogan bi xwe ye. Welêye ku heta roja îro her ku polîtîkaya şerê taybet û qirêj ceribandiye, her carê ji nû ve xistiye meriyetê tu encamek bi dest nexistiye û gaveke wêdetir jî neçû ye.
Tiştê ku di 19’ê Tebaxê de kiriye jî yek ji van cerebeyan e. Şev nîvê şevê bi ser sedan malan ve girtine, bi sedan welatî binçavkirine û avêtine qereqolan. Piştre jî di saetên serê sibê de şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dagir kirine. Bêguman ev bi fermana Suleyman Soyluyê faşîst pêk hatiye. Hevşaredar ji aliyê polîsan ve di lêpirsînê de hatine derbaskirin. Dest danîne ser pêywira wan. Li şûna wan waliyên mêtinger wekî qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin. Di kêliyên ku li Amed, Wan û Mêrdînê ev dihatin jiyîn dewleta TC bi balafirên şer bombe li herêma Qendîlê dibarandin.
Dewleta mêtinger û qirker a TC û dîktatorê faşîst R.T. Erdogan ê li ser vê dewletê beriya niha jî êrîşên bi vî rengî kiribûn. Heta em dikarin bêjin êrîşên ji vana û ji vê astê jî mezintir pêk anî bû. Di encamê de çi bû? Ev encam girîng e. Di hilbijartinên giştî û yên serokomariyê yê 24’ê Hezîranê de, pêve girêdayî di hilbijartinên xwerêveberî yên 31’ê Adara 2019’an wekî ku di hilbijartinên 23’ê Hezîranê yên ji bo hilbijartina Stenbolê hat dîtin derbeke gelekî giran xwariye.
Niha jî êrîşeke nû li êrîşên xwe yên qirkirinê û dagirkirinê zêdekir. Lê belê bi tu awayî şensê ku wan ku bi ser bikeve tune ye. Teqez dê winda bikin û careke din dê nikaribin pişta xwe rast bikin.
Di şer û siyasetê de dubare, her tim; mîna “pêlewanê têkçûyî” encama têkçûyînekê derketiye holê. Ji ber vê yekê ye piştî têkçûnê, bi heman rengî têkçûyîn her tim wekî rewşeke pêkenok hatiye qebûlkirin. R.T. Erdoganê ku wekî dîktatorên faşîst ên din ku gelek caran têkçûyîn jiyane ji vê rastiyê wêdetir tiştekî din îfade nake.