Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Qeyûm encama binketinê ye

Êrîşên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hewldanên xelaskirina AKP’ê ne. Rêvebiriya AKP/MHP’ê hem di nav welat de û hem jî ji derveyî welat bi siyaseta xwe ya qirêj ketiye nav tengaviyek pir mezin. Lewme ev êrîşên ku 19’ê Tebaxê pêş ketin pêwîst e mirov ji rêzê negire dest.

Rêvebiriya Erdogan xwest ku bi mertalên xwe yên teneke ve, di cenga amûrên pola de serkeftinê bidest bixe. Kesên giraniya tenekê û pola ji hev dernexin wê nikaribe xwe ji binketinek mutlaq jî xelas bike. Lewma rêvebiriya Tirkiyeyê di şerê Sûriyeyê de her roja diçe winda dike û hebûna wê li herêmê êdî di qada navneteweyî de jî bi wê dide windakirin.

Beriya çend meha Erdogan li herkesî gef dixwar û bi zimanekî pir ne layiqî lîteratûra siyasî (mehelî) mezinbûna xwe dida nîşandan. Rast e Erdogan li rexmî bêdiliya Amerîka û hêzên NATO’yê fûzeyên S-400’an anî Tirkiyeyê. Lê herkesî dizanî ku wê ev hemleya Erdogan ne di nav sînorê Tirkiyeyê de tenê, di siyaseta wê ya herêmê û cîhanê de jî Tirkiyeyê tengav bike. Wisa jî bû.

Di qada navneteweyî de êdî Tirkiye bi tenêbûnekê re rû be rû ye. Bloka Amerîkayê ji rê pêşengiyê dike pir sar nêzî Tirkiyeyê dibe û di siyaseta navdewletî de pêşî li Tirkiyeyê tê girtin. Ji ber vê yekê ev demeke Erdogan dîsa wek bûkelemûn rengê xwe guhert û ket nav hewildanên xwe nêzî siyasta hêzên rojavayî bide nîşandan. Ev reng guhertina Erdogan rêvebirina Kremlîn pir nerehet kir. Li gor hin agahiyên navenda wan qesra Kremlîne tê gotin ku ev demek e Erdogan dixwaze bi Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn re bi rêya telefonê biaxive lê Pûtîn bersiv nade telefonê wî. Her wiha ev çend roj e şandeya ji dîplomatên tirk ve pêk tê li Moskovê ye û hin hevdîtina pêk tînin. Lê haya niha ev şande bi rêvebiriya Rûsyayê re tu hevdîtin pêk naniye. Li rexmî hemû hewildanan rêvebiriya Kremlîn naxwaze bi vê şandeyê re rûnê.

Erdogan hêdî hêdî Tirkiyeyê ber bi tenebûnek mezin ve dibe. Amerîka piştî hatina fûzeyên S-400’an wê mîna berê nêzî Tirkiyeyê nebe. Rûsya jî di dîroka xwe de ji derveyî çend welatên endamên berê yê Sovyetê bûne bi kesî bawer nekiriye û xwe nake şirîkê dayimî yê tu welatên cûda. Lewma Rûsya jî taktîkî nêzî Tirkiyeyê bû û fûzeyên xwe bi bihayekî pir mezin firot Tirkiyeyê. Bi vê re Tirkiye xwest di siyaseta Rojhilata Navîn de hem bi Amerîkayê re, hem jî bi Rûsyayê re govendê bigerîne. Lê govenda fîl û ya hirçê naşibin hev!

Erdogan her tim dema di qada navnetewî de zext li ser çêbûne yekem tişta ku kiriye dest avêtiye mertala nijatperestiye ya ji tenekê pêk tê. Erdogan di wiyaseta xwe ya bi Rûsyayê re winda kir. Li Idlibê çeteyên ku bi destê Tirkiyeyê li herêmê hatine bicihkirin her roja diçe darbeyên mezin dixwin û herêmên ku di destê wan de ye winda dikin. Amerîka di gelek mijaran de pêşiya Tirkiyeyê digire. Erdogan ji bo vê zexta ku di qada navnetewî de li ser çêbûye û civak bi vê zextê ve li dijî rêvebiriya AKP/MHP’ê dernekevin dîsa berê xwe da kurda.

Ji bo çi hedef kurd in?

Di van salên dawî de yên herî zêde bûn hedefa tifaqa AKP/MHP’ê kurd bûn. Di hilbijartina herêmî ya di 31’ê adara 2019’an de AKP’ê di dîroka xwe de darbeya herî mezin xwar. Bi taybet li Stanbolê darbeya ku xwar bi wê pir mezin da windakirin. Rêvebiriya ji xwe re tunekirina kurdan xwe wazîfeyek sereke dîtiye. Lewma bi çav soriyek mezin êrîşî kurda û nirxê gelê kurd dike. Ji bo çavkaniya moralê gelê kurd û îradeya wî ya azadiyê bişikîne di serî de êrîşî Herêmê Parastinê yên Medyayê Xakurkê kir. Li rexmî hemû amûrên leşkerî û teknîkî li vê herêmê artêşa tirk li hemberî gerîlayên azadiyê têk çûn. Dewleta faşîst ya tirk xwes vê binketina xwe bi operasyona li ser Rojavayê Firatê bixûmîne. Lê ev jî nebû. Lewma ji bo heyfa xwe ji kurdan bistîne û di nav welat de ji xwe re hevalbdendê xwe winda neke pêwîstiya wê bi hin ‘serkeftinên’ hebû. Ev ‘serkeftin’ çibû. Bêgûman ev ‘serkeftinên’ ku dewleta tirk layiqî xwe dît, binpêkirina hiqûqa navnetewî û demokrasiya gerdûnî bû.

Lewma desteserkirina şaredariya Amed, Wan û Mêrdîn ne bûyerên ku mirov ji rêzê bigiredest in. Ev bûyer encama binkeftina AKP/MHP’ê ya li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye derketine holê.

Îro hedef AKP/MHP’ê kurd û destkeftiyên gelê kurd e. Ger nîjadperstiya AKP/MHP’ê mezintir winda bike wê hedefên wan jî mezintir bibe. Pêwîst e hêzên alîgirên demokrasiyê û wekheviyê beriya ku Tirkiyeyê hîn mezintir winda bike têkevin dewrê û li hemberî vê neheqiya AKP/MHP’ê dengê xwe bilind bikin. Ger îro em dengê xwe li hemberî vê neheqiya ku tê jiyandin bilind nekin dê sibê dengê me hemûyan qût bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar