Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Mizrakli: Suleyman Soylu mîna Goebbels e

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Suleyman Soylu şiband Wezîrê Propagandayê yê Partiya Nazî ya Almanyayê Josep Goebbels. Mizrakli got ku Soylu li gorî gotina; ‘Derewa we çiqas mezin be, jêbawerkirina wê jî dê ewqas bêhtir be’ tevdigere

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli ku Wezareta Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu qeyûm li şûna wî tayîn kir, Soylu şiband Wezîrê Propagandayê yê Partiya Naziyê Joseph Goebbels.

Dr. Selçûk Mizrakli diyar kir ku ji bo wan a muhîm heqîqet û gotina gel e û wiha domand: “Weke ku çapemenî jî dizane, di dîrokê de ‘Qanûnên Goebbels’ ên ku wezîrê propagandayê yê faşîzma almanan amadekirin, hene. Qanûnên Goebbels gelek caran li Tirkiyeyê hatine ceribandin. Heman rêbaz îro jî careke din tên ceribandin. Goebbels dibêje; ‘Derewa we çi qas mezin be, jêbawerkirina wê jî dê ewqas hêsantir be.’ A niha wezîrê karên navxweyî dike jî ev e.”

‘Derew û bêbextiyê derdixin pêş’

Di berdewamê de jî Mizrakli anî ziman ku dema kesek derewekê li ser hevdu dubare dike, demek piştre civak weke ku ew derew rast be jê bawer dike û wiha domand: “Îro em dibînin ku li Tirkiyeyê ligel heqîqet û rastiyê jî, derew û bêbextiyê derdixin pêş. Hinek hene ku hewce nake mirov bersiva wan jî bide. Ji ber ku derewa wan ew qas aşkera ye ku dema mirov li agahdarnameyê (teblîxat) dinihêre, bi awayekî aşkere dibîne. Dîrok, naveroka belgeyê û qanûnên têkildar li holê ye. Tevî vê rastiyê jî medyaya hawîz weke tîmekî bi hemû hêza xwe hewl da ku vê derewê bi gel bide bawerkirin.”

‘Bersiva me dê heqîqet û soza gel be’

Herî dawî jî Mizrakli wiha got: “Bingeha her tiştî heqîqete, rastî ye û wijdana gel e. Ew jî baş dizanin ku daxuyaniyên wan ên li Wahingtonê, li hemberî wijdana gel û ji bo min bi qasî misqalê xwedî girîngiyekî nîne. Gotinên Suleyman Soylu ji bo min bi qasî misqalê muhim nîne. Tekane cihê ku ez hesabê bidimê, wijdana gel e. Weke kesekî hilbijartî ger ku pêdivî bi hesabdayînê hebe, cihê hesabdayînê sindoqe. Me her tiştê xwe bi heq û edalet kir. Me girîngiyekî mezin da liyaqetê. Di her xebatekî xwe de me berjewendiyên cemawerî û gel esas girt. Ji ber vê yekê ye ku em rehet, bihizûr û birûmetin. Ev civak qada lîstikê ya tu kesî nîne. Ev civak dê bi îrade, rûmet û esaleta xwe bersiva xwe bide. Bersiva me jî dê heqîqet û soza gel be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar