KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê bi ser navê ‘Li welatê ku qeyûm lê hebe, qala demokrasiyê nayê kirin’, li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de tayînkirina qeyûman weke darbeya siyasî hate pênasekirin û destnîşankirin ku ev yek cînayeta siyasî ye
Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) der barê xespkirina şaredariyên HDP’ê de bi ser navê ‘Li welatê ku qeyûm lê hebe, qala demokrasiyê nayê kirin’ daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de sendikayan wiha got: “
Divê demildest dest ji darbeya sivîl berdin û hevşaredar û endamên Meclisên Şaredariyê yên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê vegerin ser karên xwe. Hişmendiya ku biryarên serokomar û partiya wî li ser îradeya gel digirin, hişmendiya rêveberiya faşîzane. Mafê tu kesî nîne ku xebitîna demokrasiya asgarî ya heyî ji holê rake, îradeya demokratîk a gel îpotek bike û derbê li baweriya hemwelatiyan a ji bo demokrasî û hilbijartinê bixe.
Lixwemikurhatina darbeya siyasî
Hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi dengên bi milyonan dengdêran hatin hilbijartin. Lê ev hevşaredarên ku hatine hilbijartin, ji hêla wezîrê karên hundir ê ku hatiye tayînkirin ve ji peywirê hatin girtin. Li şûna wan jî ‘Waliyên partiyê yên pergala serokomariya partîtiyê’ hatin peywirdarkirin. Tayînkirina qeyûman cînayeta demokrasiyê ye. Wezîrê karên hundir dibêje; ‘Me nedikarî li benda biryara dadgehê bisekinin.’ Ev gotin di demokrasiyekî herî asgarî de jî xwedî tu wateyekî nîne. Li hêla din ev gotin nîşan dide ku li holê ne biryarekî hiqûqî û lixwemikurhatina darbeyeke siyasî ye.
Gefa li dijî kedkaran
Hişmenditya ku şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê xesp kirin û ya ku li Kocaelî û Enqereyê keda kedkaran xesp dike, heman hişmendî ye. Em dizanin ku polîtîkaya qeyûm, ji bo hemû demokrasîxwaz, aştîxwaz û kedkaran gefeke. Em careke din bang dikin; demildest ji vê darbeya li dijî îradeya gel vegerin. Divê dev ji rêbaza zext û tundiyê ya li dijî derdorên muxalîf berdin. Divê di zûtirin dem de hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan vegerin ser karên xwe.” ENQERE