Li Mersînê komeke ciwan pankarta “Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!” bi pirekê ve daleqandin
Komek ciwan li ser navê Rêxistina Partiya Jinûve Damezrandina Sosyalîst (SYKP) a Mersînê, bi pankart tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kirin. Ciwanan di saetên zû yên serê sibehê de li Pocûyê pankarta li serê nivîsa “Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!” nivîsandî, bi pireke serbor ve daleqandin. MERSÎN