Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Gelek dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Gerîlayên HPG û YJA Starê li hemberî artêşa tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine û gelek leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê û êrîşên dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê aşkera kir ku di çalakiyên gerîlayan de gelek leşkerên tirk hatine kuştin û birîndarkirin.

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê de ev agahî ragihand: “Di roja 23’ê tebaxê saetên şevê de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bi serûber herêma Xantûr ya herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Heman saetan ji qereqolên li ser sînor bi top û obusan herêma Xantûr hate bombebarankirin. Artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Heftanînê bi rêya çapemeniya xwe operasyonyeke berfireh bi awayê fîşal (zêdeyî) serwîsî raya giştî kiriye. Operasyona niha ya dagirkeran li derdora qereqola Serbed û herêma Şivan û Kirya Reş digire nava xwe. Li derveyî qereqolê tu tevgereke dagirkeran tuneye. Di bombebaranên hatine kirin de ti windahiyekî hêzên me nîne. Têkildarî tevgera li herêmê agahiyên ku bidestketin wê bi raya giştî re were parvekirin.”

Sabotaja li djî hêzên operasyonê

Bi berdewamî HPG’ê ev agahî parve kir: “Di roja 18’ê tebaxê de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Milê Sûwara, Tepê Yadê, Hesena û Girê Çolya yê navçeya Silopya ya Şirnexê bi desteka wesayîtên zirxî operasyonek da destpêkirin. Hêzên me heman rojê li herêma Girê Çolya yekîneyeke operasyonê xistin bin kontrola xwe. Hêzên me demek yekîneya operasyonê xistin bin kontrola xwe û roja 20’ê tebaxê saet 19:00’an bi taktîka sabotajê li yekîneyê da. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara wan nehate zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 17.00’an li herêma Girê Çolya li dijî yekîneyek din a operasyonê çalakî lidarxist. Bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Di vê çalakiyan de artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.”

Çûn ser cenazeyê 4 leşkeran

HPG’ê li ser çalakiya gerîlayan a li Girê Çolya ev daxuyanî da: “Di roja 21’ê tebaxê saet 13.00’an de hêzên me li Girê Çolya li dijî yekîneya operasyonê operasyoneke şoreşgerî li dar xist. Ji du baskan ve hêzên ketin çeperên dijmin û çûn li ser cenazeyê 4 leşkeran û dest danîn li ser çeka BKC. Hêzên me li gir çeperek din jî kir hedef û 3 leşkerên li gir kuştin. Di encama darbeyên xurt de li çeperên dijmin şewat derket û teqemeniya wan teqiya. Saet di 14.00’an de artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkopterên kobra kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skoryksy ji herêmê rakir. Piştî çalakiyê saetên şevê artêşa TC’ê bi balafirên şer, helîkopter û balafirên keşfê herêm bombebaran kir. Di vê bombebaranê de 2 hevreyên me şehîd bûn. Operasyon heta 23’ê tebaxê dom kir di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.”

Gerîlayan li wesayîta Amarokê dan

HPG’ê d idi berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişnad ser operasyonên leşkerî û ev tişt anî ziman: “Di 17’ê tebaxê de artêşa tirk a dagirker li qada Kato Marînos a Elkêya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 18 û 19’ê Tebaxê de li Kato Kaval, Siwarê Xelê, Geliyê Marînos, Çelê Cengê, Nuqta Şehîd Demhat, Bosingê, Meydan Belekê, Girê Koordîneyê, Mezra Marînos, Geliyê Şehîd Kemal û Gêdûka Elkê operasyona xwe berfireh kiriye. Di 21’ê tebaxê saet di 09.00’an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî konvoyeke hêza operasyonê ya ku li ser rêya Elkê û qereqola Kejanê bû, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarok bûye hedef û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyona li herêmê bi tevlêbûna yekîneyên veşartî didome.”

Dagirker hewl didin têkçûna xwe veşêrin

HPG’ê ev tişt jî ragihand: “Hemû rayedarên artêşa giştî ya Tirkiyeyê û medyaya AKP û MHP’ê ev operasyon bi xirecireke mezin domandine û şerekî taybet meşandine. Hêzên me li leşkerên di operasyonê de dane û dagirkeran xwestine vî tiştî veşêrin. Berxwedana gerîlayan a li hemberî vê feraseta dagirker û faşîst, hemû rastiyan derdixe holê. Ligel gotinên hêzên dagirker û faşîst ên ku dibêjin ‘me ew qedand’ gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serdema xwe ya herî xurt û taktîkî dijî ya ku bêtir nêzî serfiraziyê ye. Ev çalakiyên li hemberî polîtîkaya şerê taybet, berxwedana gerîlayên qehreman nîşanî dost û dijminan dide.”

Balefirên şer li gundê Gîsê dan

HPG’ê herî dawî êrîşên hewayî yên dewleta tirk wiha ragihand: “Di 24’ê tebaxê de (Îro) saet di 09.20’an de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker gundê Gisê ya Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar