Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bihayê ‘diyarî’yên ku qeyûman dane Erdogan û Soylu!

Belgeyên ‘diyarî’yên ku bihayê wan dehezaran lîre ne û qeyûman dane Erdogan, Soylu û wezîrên berê, derketin holê. Li gorî belgeyê, qeyûm diyariya ku bihayê wê nêzî 137 milyar lîreye diyarî Erdogan kiriye

Hikûmeta AKP/MHP’ê li şûna hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, waliyên van bajaran weke qeyûm tayîn kirin. Piştre jî derket holê ku biryara tayînkirina qeyûman, rojek piştî hilbijartinê hatiye dayîn. Tevî vê agahiya sosret, hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk demek berê diyar kiribû ku qeyûm gelek kesên ku navên wan bi nelirêtiyê tên zanîn li şaredariyê peywirdar kirine û diyariyên ku bihayên wan pir zêde ye, dane rayedarên hikûmetê. Artı Gerçekê xwe gihand belgeyên ku bihayê van diyariyan tê de hatiye destnîşankirin.

Derketibû holê ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê rojek piştî hilbijartinê belgeya ku dê qeyûm tayînî şaredariyên muxalîf bike, erê kiribû. Li ser vê yekê jî berdevkê serokomariyê gotibû; ‘Ev biryar li gorî lêpirsînên piştî hilbijartinê hatiye dayîn.’ Lê piştre bi belgeyan derket holê ku ev biryar, rojek piştî hilbijartinê hatiye dayîn.

Pirsa Temellî hê jî bêbersive

Têkildarî mijarê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî diyar kiribû ku wan diyariyên ku qeyûman dane ji wezîrê karên hundir Suleyman Soylu pirsînê lê ev pirsa wan bêbersiv hatiye hiştin. Temellî di berdewamê de jî wiha di got; ‘Em careke din dipirsîn. We diyariyên ku bihayê wan bi sedhezaran lîre ne ji qeyûman wergirtine yan na? Ger ku we negirtibin, gelo fatûrayên diyariyên ku bihayên wan sedhezaran lîre derbas dike û ji serokomar, serokwezîr û hwd. re hatine şandin çi ne? Em li benda bersiva we ne. Ger ku we wergirtibin, wê demê hûn nelirêtiyê dikin. Ger ku we newergirtibin jî wê demê qeyûmên we di çirava nelirêtiyê de ne.”

Turk: Fatûra bi min re ne

Hevşaredar Ahmet Turk jî di bernameya Artı TV’yê de destnîşan kiribû ku qeyûmê Mêrdînê li ser wezareta karên hundir, her yek bi bihayê bi hezaran lîre, 2 diyarî dane. Turk got ku diyarî ji Erdogan re jî hatine şandin û bihayê wê wiha parve kir: “Faturayên wan bi min re hene. Bihayê wê 136 hezar û 944 lîre ne.”

Malpera Arti Gerçekê xwe gihand belgeyên ku bihayên diyariyên qeyûman ji serokomar Recep Tayyîp Erdogan, serokê wezareta karên hundir Suleyman Soylu, wezîrên berê Îsmet Yilmaz, Fîkrî Işik, Veysel Eroglu, Mehmet Ozhasekî û gelek kesên din. Di belgeyê de tê dîtin ku Erdogan bi bihayê 136 hezar û 946 lîreyan ‘diyarî’  û bi bihayên bilind mal û xizmet wergirtiye. Di lîsteyê tê dîtin ku Soylu jî yek bi bihayê 39 hezar û 883 lîreyan û ya din jî bi bihayê 24 hezar lîreyan, bi giştî bihayê nêzî 64 hezar lîreyan ‘diyarî’ wergirtine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar