Komara tirk li ser hişmendiya îtîhat terakî ya nîjadperest a ku yek netew, yek ziman û yek çandî esas digire hatiye damezirandin. Xeynî tirk û tirkperestiyê mafê jiyanê nade civakên din. Çewisandin û tunekirina hemû civakên din ji bo wan xala esasî ye.
Piştî qirkirin û tasfiyekirina civaka ermen, li hemberî hişmendiya yekparêz astengiya herî mezin civaka kurd bû. Erdnîgariya Kurdistanê û mezinbûna civaka kurd destûr nedida ku gelê kurd wekî civaka ermen bi hêsanî û carekî de were tasfiyekirin. Lewre ji sala 1924’an şûn ve plansaziyên xwe yên stratejîk ên demdirêj xistin meriyetê.
Herêm bi herêm komkujî
Bi hinceta serhildanan, herêm bi herêm civaka kurd di qirkirinan re derbas kirin. Û piştî qirkirinan bi plansaziyên wekî Islehkirina Şerqê, Tenkîl – Tedîp û Takrîrî Sûkûnan xwestin civaka kurd tasfiye bikin.
Di çarçoveya wan plansaziyên nebixêr de piştî di sala 1938’an de kêlheya dawîn Dêrsim zeft kirin, serkeftina xwe ragihandin û bêhn li kurdan çikandin. Li gel qirkirina fîzîkî qirkirina spî jî dest pê kir. Ji bo tunekirina navê kurd û Kurdistanê di polîtakyên xwe yên derexlaqî û dermirovî de pîvan nas nekirin.
Tenê helbestekî têrî rûxîna pergala wan kir
Di sala 1959’an de helbesta Apê Mûsa ya bi navê Qimil têrî rûxandina serkeftina wan a derewîn û xeyala wan a nebixêr a tunekirina civaka kurd kir.
Ji salên dawîn ên 1960’an şûnve ciwanên kurd xwe birêxistin kirin. Cara yekemîn bi ser hişmendiya eşîrparêzî re, bi ser hişmendiya herêmparêzî re, bi ser hişmendiya ol û mezhep parêzî re hişmendiyeke kurdewar neteweyî hate afirandin. Ew hişmendî 50 sale di bin navê Tevgera Azadiyê de li dijî hişmendiya Îtîhat Terakî ya qirker li ber xwe dide. Di dîroka serhildana kurdan de cara yekemîne berxwedaneke bi ewqasî temen dirêj û têkneçûyî di bin banê wê hişmendiyê de pêk tê.
AKP hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest esas digre
AKP ya ku di sala 2002’yan de qaşo bi redkirina wê hişmendiya qirker hatibû ser kar, dû re vegeriya ser wê hişmendiyê û ji sala 2015’an vir ve li ser hîmên wê hişmendiyê şereke topyekûn a çong danîn û teslîmgirtina civaka kurd daye destpêkirin. Em hemû dizanin ku piştî çong danîn û teslîm girtinê, pêvajoya tasfiyekirinê dest pê dike. Lê tiştê ku hêvî dikirin pêk nehat. Berxwedana kurd têk neçû ew bixwe têk çûn.
Di encama vê şerê xwe yê bê pîvan û bê exlaq ê çar salên dawîn de hikûmeta AKP’ê û dewleta xwe bi têkçûnê re rû bi rû mane. Pergala dewletê têk çûye, aborî têk çûye, siyaset têk çûye, di Rojhilata Navîn û di qada navneteweyî de têk çûne û bi tena serê xwe mane. Roj bi roj ber bi rojên reş û tarî ve diçin.
Helwestên dagirkeriyê bi ser neketin
Ji bo têkçûn û rûxînên xwe yên hundirîn û yên derve binixûmînin û heqîqetê berevajî bikin, hewl dan Rojava û Başûr dagir bikin û hestên nîjadperestî yên aligirên xwe binepixînin. Lê biryardariya HSD’ê û helwesta Amerîkayê, êrîşkariya wan a li dijî Rojava asteng kir.
Hewldanên wan ên dagirkirina Başûr jî bi berxwedana civaka kurd û şêrgeleyên wê bê encam man. Teknîka wan a ku gelek pêbawer bûn îflas kiriye. Ev çend mehin di Xakûrkê de asê mane. Nedikarin pêşve herin, ne jî dikarin paşve werin.
Careke din berê xwe dan Bakur
Piştî ku hewldanên dewleta tirk ên tasfiyekirina destkeftiyên kurdên Rojava û hewldanên dagirkirina Başûr bê encam man, bi hestên tolhildanê careke din berê xwe dan Bakur.
Ji nîvê şevê şûn de, di saetên destpêkê yên roja 19’ê tebaxê de bi serdegirtina malan de nêzî 450 siyasetmedarên kurd tên binçavkirin (dûre ev hêjmar ji 800 kesî jî bihurî), 3 şaredariyên mezin ên Kurdistanê yên Amed, Wan û Mêrdînê tên desteserkirin û di heman saetan de li sê heraman operasyonên leşkerî yên bi navê “qiran” dest pê kirin. Qirkirina siyasî, fîzîkî û ya vîna azad (hişmendiyê) di heman demî de dest pê kirin. Bi awayeke aşkera diyare ku armanc bi êrîşeke topyekûn çong danîn û teslîm girtina civaka kurd e.
Ocalan got; aştî û demokrasî, Erdogan got; şer û qirkirin
Ev êrîş di pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de qala pêk anîna çareseriya aştiyane kiriye, qala pêk anîna çareseriya bi rê û rêbazên demokratîk kiriye, hişyariya defika şerê kurd û tirk li dewleta tirk kirî de pêk tên.
Dewleta tirk bi van êrîşên xwe bersiv da peyama birêz Ocalan û got; ‘Ez hebûna civaka kurd qebûl nakim, ez çareseriya aştiyane û demokratîk nafikirim, ez ji hişmendiya Îtîhat Terakî ya qirker tawîz nadim. Ez ê bi rê û rêbazên şer, bi rê û rêbazên zext û zordariyan pirsgirêka kurd çareser bikim. Ez dest ji rê û rêbazên xwe yên sed salan yên qirker û tuneker ber nadim.’
Bê exlaqiya çapemeniya hewzê
Di sibeha 19’ê tebaxê de tv’yên hewzê hemûyan nirxên çapemeniyê û yên mirovahiyê binpê kirin. Ketibûn nava hewldanên rewakirina xespkirina vîna gel a derhiqûqî, derexlaqî û dermirovî. Li ser ekranên xwe bi saetan qaşo yek bi yek û çarşef bi çarşef sûcên şaredarên ku ji peywirê hatibûn girtin rêz dikirin.
Min bi baldarî û bi sebreke mezin bi qasî nîv saetekî li weşanên wan ên bêexlaq û derhiqûqî yên ku pîvanên çapemeniyê, nirx û pîvanên mirovahiyê hemû binpê dikirin temaşe kir. Kiryarên ku bi kelecaneke mezin wekî sûc dihatin rêzkirin min yek bi yek nîşe girtin. Ew ‘Sûcên wan ên giran” ku bi saetan li ser ekranan bi dehan caran dihatin dubarekirin ev bûn;
Di şaredariyan de pergala hevserokatiyê pêk anîne, kesên nexweş û brîndar derman kirine (Ji bo Dr. Selçuk Mizrakli), di cejnê de çûne serdana goristanan, kesên wekî parêzer û siyasetmedar Cebar Leygara di astên gelek girîng de erkdar kirine, birayê ‘terorîst’ di şaredariyê de peywirdar kirine, li Amedê tevli civînên HDP’ê yên bîranînan bûne, tevli daxuyaniyên li dijî şer bûne, tevli merasîmên cenazeyan bûne û çûne sersaxiyan, di civînan de ji bo şehîdên demokrasiyê rêz girtine û hwd. Mirov tenê dikare bibêje el însaf. Ka wijdan, ka exlaq…
Ev xalên ku yek bi yek wekî sûc dihatin rêzkirin hemû erkên mirovbûnê bûn. Pêkanîna wan, erkeke civakî û exlaqî ye. Lê çapemeniya bêexlaq a ji nirxên mirovahiyê dûr, bê şerm û bê fedî wekî sûc nîşan didan.
‘Pisporên’ wan ji wan jî bêexlaqtirin
Her hal wan jî dizaniyan ku ev bêexlaqiyên wan dê têrî îknakirina civakê neke lewre bi serde kesên ji xwe bêexlaqtir di bin navê ‘pisporên heremê’ de derxistin ser ekranan. Wan jî di bêexlaqiyên xwe de tixub nasnekirin.
Li gel ku şaredarî hemû bi destê qeyûman hatine talankirin û wêrankirin û bi milyonan lîre di bin deynande hatine hiştin û hemû şaredarî neçarî 5 qirûşan û çar meh û nîve şaredarî kêlî bi kêlî tên şopandin û nekarîbûne sûcekî herî biçûk ê şênber bi dest bixin jî, dibêjin pere dane rêxistinê û li gorî berjewendiyên rêxistinê tevgeriyan e. Ev kes di bêexlaqiya xwe de ewqas bêperwa bûn ku ji wan yekî digot, ‘Civaka kurd ji ber cahiltî û nezaniya xwe di bin tehakûman de dimîne û dengê xwe dide endamên nerast. Lewre hewceye mirov ji peywirgirtina şaredaran wekî mudaxaleya îradeya gel nebîne.’ Bi kurtahî dibêjin; kurd cahilin, nezanin, bêîradene û nikarin ji xwe re rêberan hilbijêrin, em ê ji wan re tayîn bikin. Bêguman ev hişmendiya Îtîhat Terakî ya qirker a sed salan e. Û bi qasî serê derziyê neguheriye.
Dema ku mirov li wan tv’yan û li şîrovekarên wan guhdarî dike, mirov ji mirovbûna xwe şerm dike. Ji ber ku bi wan re di heman welatî de dijî mirov ji hemwalatîbûna xwe ya ji vî welatî şerm dike.
Vîna kurdê azad ji bo pergala xwe xeternak dibînin
Ev sed sale hişmendiya Îtîhat Terakî ya ku dewleta tirk li ser ava bûye naxwaze kurd xwediyên vîna azad bin, naxwaze kurd ji bo xwe hebin, ji bo xwe bijîn û ji bo xwe têbikoşin. Her ku kurdên ku di warê civakbûnê de, di warê netewbûnê de bûne xwedî vîn û hişmendiyeke netewperwer û azadîparêz, bi faşîzma hişmendiya Îtîhat Terakî re rû bi rû mane.
Hikûmeta AKP’ê ya ku hişmendiya Îtîhat Terakî esas digire piştî hilbijartinên xwecihî yên 2009’an di bin navê operasyonên KCK’ê de qirkirina siyasî pêk anî û bi hezaran siyasetmedar xistin zindanan. Ji wê salê ve ye ku qirkirina xwe ya siyasî bi awayeke herî dijwar bê navber didomîne.
Di sala 2016’an de 86 şaredarên kurd ji peywirê girtin û li şûna wan jî qeyûmên xwe peywirdar kirin. Wekîl û hevserokên HDP’ê jî di nav de, bi hezaran siyasetmedar xistin zindanan. Li gel hemû dek û dolabên wan, li gel zext û zor û nelirêtiyên wan ên di hilbijartinên 31’adarê de, civaka kurd careke din li vîna xwe xwedî derket û qeyûmên wan bi ser wan de şandin.
Bêguman ne tenê qirkirina siyasî, di heman demê de qirkirina fîzîkî jî bênavber didome. Ji payîza 2015’an hetanî bihara 2016’an, li Bakur 12 navçe û bajêr hatin rûxandin û ev siyaseta wêranker hê jî berdewam dike. Dagirkirin û qirkirina ku di 20’ê çileya 2018’an de li Efrînê dest pê kiriye jî didome.
Hikûmeta Erdogan vîna kurd nas nake
Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’adarê, hikûmeta Erdogan bi darbeya xwe ya 19’ê tebaxê careke din ji civaka kurd re dibêje; ‘Ji hebûna we re tehemûla min tune ye û ez vîna we nas nakim. Hûn nikarin ji xwe re şaredaran hilbijêrin ez ê ji we re şaredaran tayîn bikim.’ Şaredarên ku vîna milyonan temsîl dikin ji peywirê tên girtin û qeyûmên ku vîna yek kesî temsîl dikin li şûna wan tên peywirdarkirin.
Di pergaleke wiha de kes nikare qala hebûna demokrasiyê bike, kes nikare qala hebûna makezagonê, qala heq-hiqûqê, qala nirx û pîvanên mirovahiyê, qala exlaq û wijdanê bike. Li gorî lîteratûra gerdûnî, navê vê pergalê raste rast dîktatorî ye.
Li Kurdistanê makezagon nederbasdare, qeyûm qralên nû ne
Ji destpêka avabûna komarê heta niha, Kurdistan her tim bi rewşa awarte û bi zagonên taybet hatiye birêvebirin. Di bin navê walî û mufetîşên umûmî de ji bo rêvebirina Kurdistanê her tim qral hatine tayînkirin. Qeyûmên ku hatine tayînkirin qralên nû ne.
Bi vê darbeya xwe ya li dijî vîna kurd careke din nîşan dan ku li Kurdistanê makezagon ne derbasdare, heq û hiqûq nederbasdarin, nirx û pîvanên demokrasiyê û mirovahiyê nederbasdarin. Wekî her carî plansaziyên awarte yên wekî ‘Islehkirina Şerqê’, yên wekî ‘Tedîp û Tenkîlê’ yên wekî ‘Takrîrî Sikûn’ di meriyetê de ne.
Bersiva qirkirinan berxwedan e
Dema ku êrîş hebe bêguman dê berxwedan jî hebe. Darbeya 19’ê tebaxê ya li dijî vîna gelê kurd, berxwedana civaka kurd a li dijî zilma faşîzma AKP-MHP’ê ji her demî zêdetir rewa kiriye. Wijdana mirovahiyê li gel berxwedana civaka kurd e.
Bêguman dê weke her carê, bersiva vê darbeyê jî bi awayeke herî tund û giran ji hêla civaka kurd ve were dayîn. Ez bawer dikim dê xespkirina van şaredariyan îcar bibe girêkeke mezin û di qirika wan de bimîne û bibe sedema çûna wan.
Berxwedana ku bi rojane bênavber bi pêşengiya dayikên dilsoj û ciwanên dilpola de berdewam dike, nîşaneyên biryardariya vîna kurdê azad e. Hêrsa dayikên laçik spî, dirûşma ciwanê ku dîl ketiye destê polîs, ji bo kesên fêm bikin gelek tiştan vedibêjin. Di destê polîs de û di bin lêdanên polîs de dirûşma; ‘Bijî Kurdistan, bimre koledarî’ nîşan dide ku hişmendiya Îtîhat Terakî li Kurdistanê têk çûye û encamgirtina wê nepêkane. Û plansaziya AKP’ê ya çongdanîn û teslîmgirtinê jî pûç bûye.
Civaka kurd bi helwesta xwe ya berxwedêr nîşan da ku dê tu caran li dijî plansaziyên AKP’ê yên çongdanîn û teslîmgirtinê serî netewînin û teslîm nebin. Berxwedana rojên dawîn careke din nîşanî me da ku dê hemû hewldanên wan ên derhiqûqî û dermirovî ji vîna kurdê berxwedêr vegerin. Bi dehan caran hilbijartin çêbibin û bi dehan caran qeyûm werin erkdarkirin jî dê her carî kurd li vîna xwe xwedî derkevin.
Bi aweyeke zelal diyar bû ku dê her hewldaneke wan a derhiqûqî û dermirovî bibe sedema rûxandina dîwareke pergala wan a faşîst û dê bibe sedema xurtbûna vîna kurdê azad.
Bêwatebûna hilbijartinan têkçûna wane
Hikûmeta AKP’ê bi xespkirina vîna gel re dixwaze hilbijartinan bêwate bike. Bêwatebûna hilbijartinan belkî ji bo demekî kurt ziyanê bide civaka kurd lê di dirêjiya demê de dê bibe sedema rûxandina desthilatdariya wan û dewleta wan.
Hewceye hemû derûdorên muxalîf ji bîr nekin ku faşîzm wekî marê bi jehre. Bila tu kes nebêje dê bimin venede. Yên ku naxwazin sibê bi zilma faşîzmê re rû bi rû bimînin, hewceye îro bê deng nemînin. Heke îro bêdeng bimînin dibe ku sibê kes tune bin ji bo wan deng derxin.
Hişmendiya ku vîna kurdê Bakur qebûl neke nepêkane vîna kurdê Başûr û Rojava qebûl bike. Têkbirina hişmendiya Îtîhat Terakî ya faşîst a bi jehrî bi tifaqa neteweyî, bi helwesta neteweyî, bi berxwedana neteweyî pêkane. Bi kurt û kurmancî, jehrkuja faşîzmê tifaq û berxwedane.
Wekî ku seydayê Cegerxwîn ê nemir gotî, ‘Ya em ê bibin yek, yan jî em ê herin yek bi yek.’