Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Hevşaredar Ozgokçe talana qeyûm vegot

Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan da zanîn ku bertekên gel ên li dijî tayînkirina qeyûman her ku diçe zêdetir dibin. Ertan diyar kir ku gelê kurd AKP kir desthilatdar û dê bi destê kurdan jî têk biçe. Ertan gelek nelirêtiyên qeyûman jî teşhîr kirin û wiha got: “Bi bihayê 700 hezar lîreyan kinc kirîne. Keştiya ku bihayê wê 600 hezar lîre, bi bihayê 648 hezar lîreyan dîzayn kiriye.”

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku wezîrê karên hundir li şûna wê qeyûm tayîn kir têkildarî polîtîkayên qeyûman û bertekên gel ên li dijî tayînkirina qeyûman ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Adnan Bîlen û Cemîl Ugur re axivî.

Bedîa Ozgokçe Ertan di serî de anî ziman ku demeke dirêje hikûmet di nava krîzeke rewabûnê de ye û wiha domand: “Ev pêkanîn li devereke din ê cîhanê nîne. Ev pêkanîna ku di nîva şevê de kirin, heydûtiye. Heman tişt di sala 2016’an de jî kirin û hevşaredarên me girtin. Gelek kes bi hinceta ‘Têkiliya wan bi terorê re heye’ ji kar avêtin an jî girtin. Lê niha gel bi rojane li kuçe û kolanan e. Bertek her ku diçe zêdetir dibe. Bi tayînkirina qeyûman re darbeyeke siyasî kirin. Dê nekarin sedema vê ji cîhanê re vebêjin.”

Pêkanînên OHAL’ê dubare dikin

Di berdewamê de jî Ertan hilbijartina 31’ê adarê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gelê me di sindoqê de bersiv da. Gel bi vekirî peyama; ‘Dê kesên hatine tayînkirin biçin û vîna gel were. Dê mala gel bê vekirin’  da. Lê AKP’ê KHK’yên ku di dema OHAL’ê de derxistin careke din xistin meriyetê. Li vî welatî darbe li ser darbeyê pêk tê. Lê gel van tiştan di bîra xwe de dinivîse. Gelê me dizane bê ka dê kengî bersiv jî bide. Em li bendê ne ku gelê me hêrsa xwe ya civakî nîşan bide. Ev neheqî dê wiha nedome û dê gelê Wanê hesabê ji kesên ku pereyê wan dizîne bipirse.”

Gelê kurd ji AKP’ê re dibêje bes e

Ertan da zanîn ku hikûmet ne li gorî hiqûqê, li gorî daxwaza xwe qeyûman tayîn dike û wiha derbirî: “Gelê kurd her tim rastî van neheqiyan tê. Em jî bi salanin li dijî van neheqiyan têdikoşin û bi ser dikevin. Em her tim banga aştî û edaletê dikin. Li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê binihêrin, kurdan piştgirî dabe kîjan partiyê ew bûye desthilat. AKP jî di sala 2002’yan de bi dengê kurdan bû desthilatdar. Lê gelê kurd niha dibêje dema çûna te hatiye. Dê bloka AKP/MHP’ê bi vîn û têkoşîna gelê kurd têk biçe.”

Ji bo rantê parka sererastkirî careke din xist tadîlatê

Têkildarî qeyûmên berê jî Ozgokçe ev agahî dan: “Di sala 2016’an de qeyûman budçeya şaredariyên DBP’ê bi awayekî bêperwa bi kar anîn. Qeyûman ji bo her tiştî ferman didan û tu kesî nedikarî tiştekî jê re bibêje. Pêvajoya KHK’yan ji xwe re weke firsend dîtin. Wê demê talan û nelirêtî kete dewrê. Îhaleyên şaredarî bê şert û merc dan fîrmayên li Kayserî, Trabzon û Xarpêtê. Me temamiya van nelirêtiyan tespît kirin. Budçeya şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Mînak; tadîlata Parka Kocaeliyê berî qeyûm bêtayînkirin hatibû kirin. Lê belê wexta qeyûm hat dîsa dest bi tadîlatê kir. Heta ji bo çêkirina wê serî li xizmeta şêwirmendiyê daye û 500 hezar lîre ji bo vê daye. Di nav parkê de ji bo qeyûm hevjîna wî mescîdeke taybet hatiye çêkirin û ji bo wan bi 48 hezar lîreyî têfik û tiştên din hatiye kirîn. Restorana li parkê ji bo qeyûm û derdora wî xebitiye. Vê kargehê zirar kiriye. Lê belê dema em hatin ser kar di nav du mehan de ew kargeh 240 hezar lîre pere zenc kir.”

Pereyê şaredariyê ji bo malbata xwe xerc kiriye

Di dawiyê de jî Ertan ev tişt anî ziman: “Keştiyeke bi bihayê 600 hezar lîreyî ya şaredariyê hebû. Lê belê qeyûm bi 648 hezar lîreyî keştî dîzayn kiriye. Heta qateke din jî li ser keştiyê zêde kiriye. Ev der ji bo hevjîna xwe û hevalên wê çêkiriye. Her wiha ji budçeya şîrketa BELVAN a şaredariyê bi 700 hezar lîreyî qatên kincên hatiye kirîn. Nediyar e ji bo kê hatine kirîn, lê belê belgeyên wê hene. Divê hesabê van tiştan hemûyan bê dayîn. 1.2 milyar deyn bi vî awayî çêbûye. Me bi çavê xwe dît qeyûm bi feraseteke xespkirinê şaredarî bi rê ve biriye. Bi feraseteke talanker û xespkirinê zirareke mezin dan van bajaran.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar