Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Mizrakli: Yên ku mafên me binpê dikin dê winda bikin

Hevşaredar Dr. Selçuk Mizrakli bersiv da gotinên Erdogan û diyar kir ku ger îdiayên wî hebin, neçare ku van îdiayên xwe bi belgeyan aşkera bike. Mizrakli wiha domand: “Her sê dînên heq dibêjin; ‘Bêbextî guneha herî mezin e.’ Bila Erdogan bêbextiyê neke. Yên ku mafên me binpê dikin dê winda bikin.”

Wezîre karên hundir di 19’ê tebaxê de hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girtin û li şûna wan jî waliyên van bajaran weke qeyûm tayîn kirin. Li ser vê yekê gelê herêmê tevî siyasetmedaran daketin qadan û berxwedana gel a li hemberî biryara tayînkirina qeyûman jî hê berdewam e.

Serokê giştî yê AKP’ê û serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî demek berê der barê biryara tayînkirina qeyûman de axivî û got; ‘Pereyê ku bi bacan tê berhevkirin, ji Qendîlê re dişînin. Em nikarin vê yekê temaşe bikin.’ Têkildarî mijarê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçuk Mizrakli ji MA’yê bi Adem Baran û Fahrettîn Kiliç re axivî.

‘Her tişt li cem wezareta karên hundir dixuye’

Dr. Selçuk Mizrakli di serî de bersiv da gotinên Erdogan û wiha got: “Ger ku îdiayeke we hebe, hûn neçarin ku belgeyên van îdiayên xwe bi raya giştî re parve bikin. Dema em hatin hilbijartin me got; ‘Em ji her kevir, ax, morik, dar û mirovên vî bajarî berpirsyarin’ û me wisa dest bi peywira xwe kir. Me hemû kar û xebatên xwe li gorî hiqûqê pêk anîn. Hemû kar û xebatên li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatine kirin, di heman kêliyê de di komputera wezareta karên hundir de xuya dikin. Hûn tenê qurişekî jî xerc bikin, di wê komputerê de dixuye.”

Her sê dînên heq dibêjin; Bêbextiyê neke

Mizrakli di berdewamê de jî destnîşan kir ku wan di nava 4 meh û nîvan de 73 milyon lîre deynê şaredariyê daye û wiha pê de çû: “Her sê dînên heq di serî de dibêjin; ‘Bêbextiyê nekin.’ Dibêjin; ‘Bêbextî yek ji gunehên herî mezin e.’ Tu kes xwedî wî mafî nîne ku bêbextiyê bike. Ger ku min tenê qurişekê vî bajarî bi awayeke neheq xerc kiribe, bila xwedê heqê wan ji min bistîne. Lê ger ku min tiştekî wisa nekiribe û tevî vê yekê jî bêbextî li min hatibe kirin, wê demê xwedê heqê min jî li cem wan nehêle. Hemû kar û xebatên me bi belge ne. Ne mimkune ku êdî Tirkiye bikare bi van bêhiqûqiyan pêşkeve.”

‘Dewlet neçare hebûna kurdan qebûl bike’

Di berdewamê de jî Mizrakli bi lêv kir ku ger armanc pêkvejiyan be, dewlet neçare ku hebûna gelê kurd qebûl bike û wiha dirêjî d axaftina xwe: “Me her tim têkoşîna pêkvejiyanê da û me her tim hewl da ku di nava heq û edaletê de cih bigirin. Bendewariyên me ji rêveberiyê heye û ev jî mafê me ye. Me xwest ku li gorî hiqûq û nirxên demokrasiyê tevbigerin. Rewşên di makeqanûnê de hatine destnîşankirin ji hêla me ve pir zelalin. Em mafên xwe dizanin û em ê van mafên xwe jî heta dawiyê bikarbînin.”

‘Yên ku dê winda bikin ew in’

Herî dawî jî hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçuk Mizrakli ev tişt anî ziman: “Em kurd; weke kesên wekhev, azad û bi edalet û weke hemwelatiyên ku di pêvajoyên vî welatî cih digirin û di pêşeroja vî welatî de xwedî ked jî îradeya xwe aşkera dikin. Tevî bêhiqûqiyên mezin jî em di hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind hatin hilbijartin. Lê ger ku yek rabe û bibêje; ‘Em îradeya we nas nakin’, wê demê mafê me yê hemwelatiyê ya ku di makeqanûnê de binpê dikin. Lê yên ku winda dikin jî dê ew bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar