Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Duh Hîtler îro Erdogan’

Desteserkirina şaredariyên HDP’î li dehan bajarên Ewropayê hat şermezarkrin. Di çalakiyan de ewroqiyan piştgiya xwe ya ji bo gelê kurd anîn ziman. Çalakgeran meş pêk anîn, belavok belavkirin û daxuynî dan. Çalakgerên ku bi pankarta “Duh Hîtler, îro Erdogan” meşiyan xwestin dewleta tirkê rêzê nîşanî vîna gelê kurd bide

Di 19’ê Tebaxê de rejîma AKP/MHP’ê hevşredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji pêywirê girtin û qeyûn li şûna wan bi cih kirin. Desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê kurd rastî nerazîbûnên tund tê. Di serîda li her sê bajarên ku qeyûm hatiye tayînkirin li gelek deveran çalakiyên şermezarkirinê tên li darxistin. Li gel Kurdistan û Tirkiyeyê li seranserê Ewrpayê jî çalakî tên li darxistin.

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê desteserkirina şaredariyên HDP’î hat şermezarkirin. Çalakiya şermezarkirinê bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê pêk hat û gelek rêxistin, her wiha tirkiyeyî û hollandayî tevli bûn. Parlamentera Partiya Sosyalîst Sadet Karabûlût û Parlamentera Partiya Karker Lilian Ploumen jî tevlî çalakiyê bûn. Karabûlût bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî faşîzê û wiha got: “Em ê bi gelê kurd re li ber xwe bidin.”

Desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê kurd li bajarê Grazê yê Awûtûryayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Ciwanên kurdistanî û Partiya Sosyalîst a Awûtûryayê bi pankart û dirûşman rejîma AKP’ê şermezar kirin.

Li Berlîn, Mûnîh û Frankûrtê darbeya li şaredariyan hate şermezar

Li paytexta Almanya Berlînê û li Mûnîh û Frankfûrtê darbeya AKP-MHP’ê ya li şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê bi girseyî hate şermezarkirin.

Darbeya faşîst a rejîma AKP’ê ya li sê şaredariyên mezin ên Kurdistanê, Amed, Wan û Mêrdînê li paytext Berlînê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de berxwedana Amed, Mêrdîn û Wanê hate slavkirin. Kurdistanî û dostên wan bi çalakiya protestoyî de hazir bûn. Dema meşê pankartên bi nivîsên, ”Dîktatoriya yek zilmanî bes e”, ”Bila dawî li peymanên girîng ên bi Tirkiyê re were” hatin vekirin. Meş ji Hermanplatzê heta meydana Kootbusserê ya navçeya Kreuzbergê domand. Di axaftinan de hate xwestin ku rêveberiya Berlînê hevkariya xwe ya bi rejîma Enqerê re biqedîne.

Li Munîhê, kurdistaniyan bi pêşengiya NCKD û Komunya Jinan a Sara dagirkeriya li ser sê şaredariyên Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiyêde ya li Sendlîngerstrê pankartên bi naveroka şermezarkirina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hate hildan, bi dirûşmeyan belavok hatin belavkirin.

Li Frankfûrtê ya Almanyayê jî dagirkeriya li ser şaredariyên Kurdistanê ji hêla kurdan û dostên wan ve bi pêşengiya Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê ve, bi tevlêbûna bi hezaran kesî,  hate şermezarkirin.

Dagirkeriya şaredariyan li Fransayê hat şermezarkirin

Li bajarên Parîs, Marsîlya, Bordeaux û Lorîentê yên Fransayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û desteserkirina şaredariyên HDP’î şermezar kirin.

Li Parîsê nêzî hezar kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP’î şermezar kirin. Çalakger li meydana Repqûblîqûe li hev kom bûn û heta meydana Bastîle bi qîrîna dirûşma “Em ê koalîsyona şer a AKP-MHP’ê têk bibin” meşiyan. Bi navê çalakgeran li meydana Bastîlle daxuyaniyek hate xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê jî desteserkirina şaredariyan şermezar kirin. Nêzî hezar kes tevlî çalakiyê bûn û terora dewleta tirk a li dijî gelê kurd şermezar kirin. Di çalakiyê de bi hezaran belavokên bi zimanê fransî yên der barê desteserkirina şaredariyan hatin belavkirin. Bi navê Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê Annîck Samoûelîan axivî û diyar kir ku dewleta tirk bi rêzdarî nêzî îradeya kurdan nabe. Samoûelîan bang li dewleta Fransayê jî kir ku li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.

“Duh Hîtler, îro Erdogan”

Kurdistaniyên li bajarên Lorîent û Vannesê jî tevî dostên xwe li Place Paûl-Bert a bajarê Lorîentê li hev kom bûn. Çalakger li ber pankarta bi nivîsa “Duh Hîtler, îro Erdogan” meşiyan. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

Desteserkirina şaredariyên HDP’î li bajarê Bordeaûxê jî hate şermezarkirin. Bi sedan kes li Place de la Boûrse li hev kom bûn û heta meydana Vîctoîre meşiyan. Siyasetmedarê kurd Xeyrî Karakoçan li qada çalakiyê axivî û anî ziman, dewleta tirk dixwaze tola xwe ya têkçûna li Rojava bi vî rengî hilîne. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar