Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yasa, desthilatdar û Erdogan

Gava jiyan di civakekê de li ser erdnîgariyeke dimeşe, gelek urf û bingeh ji wê jiyanê re çê dibe, heta ku dibe parêzerê civakê ku jê rê dibêjin exlaq. Hin kes jî wê bi yasa bi nav dikin.

Hêza bi rêvebirinê û kontrolkirinê ango desthilat bi hinceta ku ew rêveberiya cewherî ye yasa cih bi cih dike mafan pêktîne û dadê serwer dike di nava civakê de qaşo rewatiya xwe ji civakê digire. Yasa jî desthilatdarê biparêze hincetan dibîne. Ger em bala xwe bidin dîrokê desthilatdar vê yekê bi kar neyne dikeve, çiqas ku xwedî hêz be jî. Ji ber ku desthilatdar bê civak û civak jî bê yasa ye. Em dikarin vê yekê li Tirkiyeyê bigirin dest.

Em dibînin ku di rewşeke pûç de ye, bêaramî, herdem nakokî û pevçûn e li gel civakê her wiha bi welatên cîran re jî. Ger em li desthilatdara dualî ya Tirkieyeyê ‘ Erdogan-Bahçelî’ binêrin, di warê desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê em ê bibin ku wan di bin navê yasayê de ev yek pêk anîne. Yasaya ku dûrî nirxê civakê ye.

Desthilatdar bi van gavan li ser nerawatî û tirsa xwe ji civakê re teqez dike. Wekî kiryarên desthilatdar AKP/MHP bi civak û siyasta derve re.

Em bala xwe bidin siyaseta wan a derve, destwerdana Qubris û Lîbyayê dike, sînorên Iraq û Sûriyeyê derbas dike û destekê dide terorîstên wekî El Qayîde û DAIŞ’ê. Yanî rêznegirtina ji yasayê re rê li ber armancên firehiyê û destdanîna ser civak û gelên din vedike. Lê gelo ev siyasetên çewt dê bi ser bikevin?

Dadweriya rast ew e ku hemû gelên Tirkiyeyê di nav de kurd bi exlaq, taybetmendî, çand her wiha birêzgirtina ji vîna hilbijêrandi bin sîwana demokrasiyê de bijîn. Dadwerî tê wateye ku mirov destekê nede terorê, sînorên welatan nebezîne li ser nakokiyên navdewletî nelîze ji ber ku mirovên nexweş nikare mirovên din derman bike.

Erdogan hewl dide krîz û kêşeyên navxweyî yên ku kombûne mîna Tisonamî berde derve. Hewl da şer li ser sînorê xwe yê Başûr derbixe û gefan li aliyên cuda bixwe. Gerek Erdogan girîngî bide pirsgirêkên xwe û ji bo li serdesthilatiyê bimîne divê wan çareser bike. Ji bo ewlekariya xwe ya netewî biparêze divê gefan li gelên din nexwe her wiha nabe gelan bin pê bike.

Ewlekariya netewî û niştîmanî ji rêzgirtina ji civak û çandan û dîrokên wan pêk tê. Tiştên ku Erdogan dike berevajî vê ye. Komara Tirkiyeyê li ser komkujyên derheqê ermenî, asûrî, kurd û ereban hat avakirin.  Ev e dîrokaTirkiyeyê ya ku Erdogan serê xwe pê bilind dike û dixwaze dema wê dirêjtir bike, ger li ser hesabê kurdan be jî.

Ev yek ewlekariya netewî ya tirk û Erdogan misoger nake. Peydakirina yasayên cuda jî têr nake. Divê jîngehek guncaw û vîneke rasteqîn bê peydakirin. Her wiha ji bo pêkanîna wê hêzek jî divê.

Divê ew jî bikevin nava şêwazên dabînkirina peywirên ku xizmeta hemû aliyan dike. Ji bilî wê serkeftin misoger nabe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar