Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Çeteyên Idlibê ber bi Libya û Qeterê ve tên şandin

Bazara li ser Idlibê berî niha jî min gotibû ne tenê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye, aliyekî ev bazara Dewletê Yekbûyî Amerîka û Yekitiye Ewropayê ye. Peymana di meha îlona 2018’an de di navbera Erdogan û Pûtîn de pêk hat li ser vê bû. Erdogan li Soçiyê nûnerê NATO’yê bû. Ne tenê Rûsya, DYA û YE’yê jî hinek erk dabû Erdogan. Çarçoveya Rûsyayê diyar bû. Herêmek bi qasî 20 km bêçek kirin, rêyên Latkiye-Helep, Şam- Helep vekirin û ya herî girîng komên çeteyên radîkal ji nav birin. Dewleta Yekbûyî Amerîka û Yekitiya Ewropayê jî ji Erdogan dixwest di nava wan koman de yekitiyek ava bike, heta çareseriyekî mayînde li Sûriyryê neyê avakirin rewşa Idlibê wek xwe bimîne û komên radîkal ji nava Idlibê neyên derxistin. Komên radîkal di nava Idlibê de bi sînorkirin ji bo Rûsya jî ji bo DYA û YE’yê jî pir girîng bû.

Erdogan ji bo çeteyên xwe biparêze hem soza da Rûsyayê hem jîsoza da Amerîka û Ewropayê. Lê soza ku dabû Rûsyayê pêk nanî lê yê da Amerîkayê pêk anî. Gelek kes pirs dike ku çima berî niha dema êrîşên rejîma Sûriyeyê li ser Idlibê pêş diketin, hem Amerîka û hem dewletên ewropî helwestek tund nîşan didan û pêşiya vê êrîşkariyê digirtin. Lê ev cara wiha nebû. Çend daxuyanî ji aliyê rayadarên ew dewletan hebin jî, lê li gorî berê helwestek pir nerm nîşan dan. Xuyaye bi polîtikayên dewleta tirk ve têkildar e.

Serokê Rûsyayê Pûtîn dema serdana xwe ya Îtalyayê derket pêşberî çapemeniyê û got komên çeteyên li Idlibê derbasî Lîbyayê dikin. Çapemeniya cîhanê zêde li ser vê ranewestiya lê xuyabû di hevdîtinên Rûsya û Îtalyayê de ev mijar gelek hatiye nîqaşkirin. Ji ber ku Îtalyayê jî hevkarê dewleta tirk û Qatarê yê Lîbyayê ye. Dema êrîşa rejîma Sûriyeyê li ser Xan Şixûn didomiya Pûtîn bi serokkomarê Fransayê re derket pêşberî çapemeniyê dîsa got komên radîkal ji Idlibê li cîhanê tên belavkirin. Mixatabê ev gotinan Erdogan bû. Di heman deme de Pûtîn ji dewletên ewropî û bi ser wan re jî ji Dewletê Yekbûyî Amerîkayê re digot, Erdogan li Idlibê li gor peymana we jî tevnagere. Û divê de jî bi ser ket.

Diyar dibe Idlib bûye çavkaniya terora cîhanî û bi destê Erdogan li gor berjewendiyê xwe bikar tîne. Ev demeke dewleta tirk û Qatar li ser Libyayê bi destê komên çeteyên li Idlibê şerê hêzên Hefter dikin. Dewleta tirka di bin sîwana Rûsyayê de û bi hevkariya Amerîka û Ewropayê li Idlibê hebûna xwe diparêze û bûye sîwana komê nçeteyan. Ev demek bû komên çeteyên Cephet El Nusra, Ahrar Şam di bin sîwana dewleta tirk a dagirker de hem hejmara xwe zêde dikin û hem jî artêşa tirk wan perwerde dike. Şandina çeteyên li Idlibê, ji bo şerê li Libyayê ne tenê di Rûsyayê de, li welatên Fransa û DYA’yê jî nerazîbûnek cidî ava kir.

Ev pêşketinên dawî yên rejîma Sûriyeyê û hevkarê wê divê em hinek bi vî çavan jî bibînin. Destûra êrîşa li ser Idlibê heta asteyek ne tenê di çarçoveya nerazîbûnê Rûsyayê yên di çarçova siyaseta Sûriyeyê de bû. Ev destûr hem ji welatên ewropiyan hem jî ji DYA’yê hat. Êrîşa li ser Xan Şixûn û destûra hêzê Îranê jî beşdar bibe, encama siyaseta Erdogana çeteyan bû.

Niha tê gotin Erdogan çeteyên Idlibê derbasî Qeterê dike û li beregehên xwe bi cih dike. Ev jî di çarçoveya lihevhatina Qeter û Tirkiyeyê pêk hatiye. Niha ne diyar e ku çend çete derbasî Qeterê hatine kirin, wê wan çeteyan ji wir derbasî Yemenê bê kirin ji bo destekdayîna DAIŞ’ê. Niha ne diyar e. Diyar dibe herkes siyaseta dewleta tirk a dagirker neraziye û dê Idlibê wek xwe nemîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar