Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Bawerî û çanda kakeyiyan tê tesfiye kirin’

Bawermendên Kakeyiyan bal kişandin li ser xeteriya li ser wan û diyar kirin ku bawerî û çanda Kakeyiyan tê tasfiyekirin. Herwiha gotin ku ger Iraq wan neparêze, planên wan ên xwe paristinê heye

Li parêzgeha Kerkûkê piştî mezhebên sunne û şîe bawermendên kakeyî di warê hejmar de di rêza sêyemîn de ne. Piraniya wan li herêma Daqûq nîştecih in. Li gorî daneyên nefermî, hejmara Kakeyiyên li Iraqê 125 hezar kesin û ji vana nêzî 40 hezar Kakeyî li Kerkûkê dijîn.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de dest bi êrîşên xwe kirin, li herêma Kerkûkê kakeyî bûn hedefa sereke. Piştî ragihandina nemana DAIŞ’ê û heta niha metirsiyek cidî li ser kakeyiyan heye. Li navçeya Daqûq 15 gundên kakeyiyan hene, cihên wan ên pîroz li van gundan hene. Lê, ji ber metirsiya DAIŞ’ê ya li ser jiyana wan piraniya gundan hatine  valakirin û niha li bajarê Kerkûkê dijîn. Kakeyiyên li Kerkûkê ji Rojnewsê re qala metirsiya li ser xwe kirin.

Yek ji ruspiyên kakeyiyan Ziyad Fehid aşkera kir ku armanca DAIŞ’ê tunekirina bewermendên kakeyiye û got ku timî  li gundan rastî metirsiya DAIŞ’ê tên. Ziyad Fehid bang li Serokwezîr, Serokkomarê Iraqê kir ku hewara wan biçe û aşkera kir ku hewara wan neçin plana wan a xwe paristinê heye.

Bi tunebûnê re rû bi rû ne

Awat Kakeyî diyar kir ku ne tenê DAIŞ belku hewldanên ji bo ji holê rakirina kakeyiyan berfirehtirin û got ku beşek mezin a armanca wan bi rêya tunekirina çanda taybet a kakayiyan pêk hatiye. Awat eşker kir ku dijberiya li hemberî kakeyiyan tên kirin ‘Tinekirin û tasfiyekirine’ ji ber ku xaka wan hatiye dagirkirin, dikujin û di warê civakî de çand û edetên wan tê tunekirin.

Herwiha Serokê Rêxistina Mîtir a ji bo girîngîdan û rewşenbîriya Yarisan Receb Kakeyî sedema tunekirina Kakeyiyan yasayê dibîne û wiha got: “Pêwîst bû di destûra Iraqê de cih bidayan hebûna kakeyiyan. Di benda destûrê ya dibêje, ‘Erka destûra Iraqê parastina misilmane û rêzê li bawermendên din ên weke mesihî, êzidî û sabeiye mendaî digire’ bêyî ku navê kakeyiyan bîne.”

Receb Kakayî aşkera kir ku ev welat pir netewe û baweriye û  wiha got: “Hinek bawerî hene destûrê qal nekiriye. Eluyan li Ena hene û Şêx li Besra hene, Kakeyî li herêmên hatine veqetandin hene. Herwiha êzidî, zerdeştî û cihû hene. Evane hemû ol û bawerî ne. Lewma girîng bû yasayek li ser asta Iraqê hebûya ku mafê pêkhateyên baweriyan li stûrê xwe bigirta.”

Receb Kakayî got ku rastî tasfiyekirina çandî û bawerî hatine. Tişta herî bifikar a ewe ku li gorî daneyan ji ber metirsiya li ser jiyana kakeyiyan ji sala 2014’an ve zêdetirî 100 malbatên Kakeyî koçî derveyî welat kirine. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar