Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şengaliyan xwestin ambargoya li ser Mexmûrê rabe

Welatiyên Şengalê nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê dan. Welatiyan xwestin ku demildest ev dorpêça li ser Mexmûrê bê rakirin

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser daxwaza deleta tirk ji 17’ê tîrmehê ve ye ji aliyê PDK’ê ve hatiye dorpêçkirin. PDK’ê ambargoyek şidandî daniye ser Mexmûrê û destûr nade ku kes derkeve. Ev hevkariya PDK’ê ya ji bo dewleta tirk bû sedema 2 zarokên di zikê diya xwe de bimirin. Şêniyên Şengalê dijî dorpêça li ser Mexmûrê ku ji 17’ê tîrmehê ve didome, nerazîbûn nîşan dan û gotin ku ewê heta dawiyê destek bidin gelê Mexmûrê. Welatiyên Şengalê li ser ambargoya Mexmûrê nerazîbûn nîşan dan.

Welatiyê bi navê Revo Hecî destnîşan kir ku divê kes li dijî vê dorpêşa li ser Mexmûrê bêdeng nemîne û wiha got: “Em dijî dorpêça li ser Mexmûrê ne. Ev ne karê mirovahiyê ye, pêwîste di zutirîn demê de dorpêç bê rakirin. Bi sedan zarok û nexweşên ku pêwîstiyan wan bi bijîşkan heye, hene. Ez bang li saziyên mafê mirovan dikim ku bi erka xwe rabin û bêdeng nemînin.”

Mirad Nemir jî dorpêç û ambargoya li ser Mexmûrê şiband a 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê û ev tişt anî ziman: “Em tu carî Kurdistana xwe parçe nakin, em dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê qebûl nakin. Xelkê wargehê jî piştgîrî dabû Şengalê, em jî dê li wan xwedî derkevin. Çawa ku 3’yê tebaxa 2014’an rê li çiyayê Şengalê hate girtin, niha jî dixwazin wan rojan li  Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dubare bikin.”  ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar