Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kurmên darê li Başûr jî dar xwariye

Dewleta tirk ne tenê li bakurê Kurdistanê karê sîxûrkirinê meşandiye, dest avêtiye welatiyên başûr û wan jî xistiye xefka sîxûriyê ji bo li dijî gelê kurd bixebitînin. Serdar Mesûdê ji eşîra Gûliyan ya li herêma ser sînor ya Zaxoyê ku dikeve xefka MÎT’ê li beramber girtina pere agahiyên wargehên gerîla yên li Başûr dide MÎT’ê û li ser agahiyên wî gelek wargehên gerîla tên bombebaran kirin

Dewleta tirk ku di şerê dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkçûye, serî li rêbazên sîxûrkirinê dide da ku bi wê rêyê bigihije armanca xwe. Bernameya ‘Kûrmên Darê’ ya di Stêrk tv de tê weşandin de îtîrafên sîxûrekî ji herêma Behdînan jî hate weşandin. Di bernameyê de diyar dibe ku dewleta tirk li ser kesên ku li beramber pere li Başûr kiriye sîxûrê xwe hewl dide derbe li gerîlayan bixe. Di encama agahiyên di erdê re yên sîxûrî ku ji bo MÎT diçe nuqte û wargehên gerîla ji Heftanîn heya Asosê tê bombebarankirin. Di vê beşê de wê çîroka sîxûrê MÎT’ê Serdar Mesûd yê ji herêma Behdînanê were dayîn.

Serdar Mesûd ji eşîra Guliyan a herêma Behdînanêye û niştecihê bajaroka Bêgova ya girêdayî navçeya Zaxoyê ye. Serdar, di navbera Bakur û Başûr de bi bazirganiya sînor re eleqeder dibe, dikeve xefka sîxûriyê ya dewleta tirk û di berdêla girtina pere de teklîfa MÎT’a tirk qebûl dike.

Karê ku didin pêşiya Serdar ewe ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahiyên herêm, rê û rêbiwar û wargehên gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi MÎT’ê re parve bike. Di encama agahî dayîna Serdar de gelek wargehên gerîla ji aliyê balafirên şer yên tirk ve tên bombekirin.

Serdar Mesûd destpêkê bernameyeke nexşeya coxrafîk dikişîne û dikare kordînat bide, li ser telefona xwe bar dike û li herêmên gerîla digere û kordînatê dide artêşa tirk.

Serdar Mesûd wiha dibêje, “Min nuqteyeke gerîlayan ya li jor gundê Sîlê da dijmin, paşê li ser agahiya ku min daye wan balafir bombe li vir barandin. Min wargehekî gerîla ya dikeve derdora gundê Rîsê ku ji wir re têgotin şikefta Îsmaîl jî bi wan re parve kir. Li derdora gundê Şîlanê jî min ciheke gerîla da. Li binya Şeranişê li gel Sîlavê jî cihek da dijmin. Li Heftanînê jî min nuqteyeke hevalan da. Ev cihên ku min daye piştî parvekirina agahiyan hatine bombekirin.”

Serdarê ku gelek deverên gerîla û nuqteyên wan bi Îstîxbarata Tirk re parve dike, ji cihên ku parvekiriye tenê navên ku tê bîra wî dibêje û wiha pêde diçe, “Carek ez çûm parêzgeha Hewlêrê. Li herêmê li rastê gerîlayan hatim. Cihek ku wesayîtên gerîlayan lê hatibû sekinandin hebû. Du heval li wir bûn. Min vê agahiyê jî da. Min li Şeraniş û Perexê jî çend cih da. Ji bo pîrozbahiya Newrozê çûm aliyê Hewlêrê. Dema çûm cihê pîrozbahiyê min got ez kêmek ji xwere bigerim. Dema geriyam rastê cihekî hevalan hatim. Hinek wesayîtên wan li wir hebûn. Piştî vegeriyam malê min telefon ji Nîmet re kir û got heval li wirin.”

Serdar di bernameya Kurmên Darê de poşmaniya xwe ya ji ber sûcên dijî gelê xwe kiriye bi van gotinan tîne ziman û bang li gelê herêmê kir:“Peyama min ji bo xelkê Zaxo, Batûfa, Bêgova, Sindî, Gulî û Berwariyan ewe ku tikes guh nedin qacaxçiyên ji milê tirkan (bakur) tên. Qacaxçiyên ji wî alî tên hemû girêdayî MÎT’ê dixebitin û dijmintiyê dikin. Divê ciwanên me qet guh nedin wan. Ger di berdêla zirer dayîna PKK’ê de teklîfa pere ji were bikin, qet qebûl nekin. Berê niha hinek yên me yên Gûliyan jî hatin xapandin. Divê kes guh nedin van qacaxçiyan û neyên xapandin, ji ber karek nebaşe.” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar