PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Oluç ji Erdogan pirsî: Te diyariyên qeyûm wergirtin an na?

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç destnîşan kir ku Erdogan bêyî ku belgeyekî nîşan bide, der barê partiya wan de îdiayan dike û ev îdiaye vala ne. Oluç ev pirs ji Erdogan kir: “Ew diyariyên ku qeyûman ji we re şandin we wergirtin yan na?”

Serokê giştî yê AKP’ê û serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku wezîrê karên hundir qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin axivî bû. Erdogan di axaftina xwe de wiha di got: “Li hemberî kesên ku pereyên bi bacan hatine komkirin ne ji gel re, ji Qendîlê re dişînin em nikarin bêdeng bimînin.” Li ser gotina Erdogan, gelek derdorên cuda bertekên tund nîşan dan. Têkildarî mijarê serokê wekîlê Koma HDP’ê Saruhan Oluç axivî û got ku Erdogan heman gotin beriya ku qeyûman tayîn bike jî kiribûn. Oluç daxuyand ku Erdogan heta niha jî der barê vê mijarê de tenê belgeyek jî aşkera nekiriye.

Saruhan Oluç daxuyand ku bi dehan mufetîşên ku ji hêla wezareta karên hundir ve hatine peywirdarkirin, di şaredariyên wan de venêrîn kirine û wiha domand: “Têkildarî van îdiayan tenê belgeyek jî nîne. Bi vekirî derewan dikin. Li ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî 5 meh derbas bûn. Me bi belgeyan û bi awayeke zelal şaredarî bidestxistin. Hemû kar û xebatên şaredariyan jî li ber çavan in. Lê karên ku qeyûman di nava 3 salan de kirin jî aşkera ne. Hemû şaredarî di bin deynan de hiştin, nelirêtî kirin û belgeyên van jî hene.”

‘Me tenê qurişek jî nelirêtî nekiriye’

Di berdewamê de jî Oluç bi lêv kir ku ger li holê nelirêtî, dizî û talanek hebe, ew jî bi destê qeyûman hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me tenê qurişek jî nelirêtî nekiriye. Ji roja destpêkê ya hilbijartinê heta niha hevşaredarên me deynên qeyûman didin. Heta niha bi milyonan lîre deyn dane. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 4 mehan de 75 milyon lîre deyn da. Li şaredariyên din jî heman rewş heye. Li dijî îdiayên derew em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û demokratîk bidin. Em van derewan qebûl nakin.”

Belgeyên Jimêriya Bilind

Herî dawî jî Oluç ev tişt anî ziman: “Qeyûman ji kê diyarî wergirtine, belgeyên van tevan hene. Bila derkevin û bibêjin bê ka diyariyên qeyûman wergirti ne yan na? Gelo di bin navê diyariyan de qeyûman ew pere ji xwe re rakirine? Ew jî ne diyare. Lê tiştên hatine kirin berçavin. Beqlewe, kade, findiq û fistiq xwarine. Ji zêringiran diyarî standine û belgeyan van tevan jî hene. Di raporên Jimêryariya Bilind de jî nelirêtiye qeyûman hatiye destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî îdiayên ku der barê me de tên kirin bêbingeh û vala ne. Dixwazin bi vê yekê re sûcên ku kirine veşêrin û xwe bêguneh nîşan bidin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar