PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Em bi awayek kêfî tên ragirtin’

5 rojnameger li Mêrdînê 7 roj in di binçavan de ne. Rojnamegeran bi rêya parêzerên xwe diyar kirin ku ji bo pêkanînên qeyûm neyîn aşkerakirin bi armancek kêfî tên ragirtin. Rojnamegeran destnîşan kirin ku ew bêden nemane dê bêdeng nemîn in

Li Mêrdînê di 20’ê tebaxê de dema çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûm pêk dihat nûçegihanên ajansa MA’yê Mehmet Şah Oruç û Ahmet Kanbal, nûçegihana JinNewsê Rojda Aydin, rojnameger Nurcan Yalçin û Halîme Parlak ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her 5 rojnamger 7 roj in li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin.

4 roj dema binçavkirina rojnamegeran hatibû dirêjkirin. Sibê dema binçavkirina wan diqede. Nayê zanîn gelo dê sibê rojnamgeran derxin edliyeyê an jî na.

Rojnamegeran bi rêya parêzerên xwe ji bo raya giştî peyam şandin. Peyama rojnamegeran wiha ye: “Hevalên binirx wek ku hûn jî dizanin dema me çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûman dişopand em hatin binçavkirin. Îro roja binçavkirina me ya 7’emîn e. Em dizanin ku em ji bo çi di binçavan de ne. Ev qeyûm bi temamî hatiye deşîfrekirin. Naxwazin em zêdetir pêkanînên qeyûm ji raya giştî re aşkera bikin. Naxwazin dengê çalakiyên li Mêrdînê bi rêya me bê bihîstin û dîtin. Em bi awayek kêfî tên ragirtin. Rewşa me gelek baş e. Em di wê ferqê de ne ku rojnameger û saziyên çapemeniyê piştevaniya xwe nîşan dan. Em ji bo her kesî spasdar in. Her wiha her ku em di binçavan de ne û gelek hempîşeyên me girtî ne, hûn yên li derve jî bi gotina we ya #Nûçeyekjibowanjî dewamkirina xebatê dê me gelek şanaz bike. Em bêdeng nebûn û em ê bêdeng nebin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar