PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Kenê Soylu

Piştî ku qeyûm avêtin şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê gelek nîqaş û analîzên siyasî hatin kirin.Her çiqas serokomarê tirk Erdogan bêje bertek pir kêmbûn jî lê ne wihabû. Di nav gelê kurd de bertekek pir mezin, xurt û bi wate hebû. Her çiqas hejmara ku derket kolanan hindik bejî,yên ku derketin kolanan bi biryar,ên ku derkneketibin jî bi kîn û nefret li hêviya rojên pêş in.

Di raya giştî a Tirkiyeyê de jî bertekek xurt hebû. Serokê CHP’êKemal Kiliçdaroglu pêşî li van bertekan girt.Ger negirta,wê hikûmeta AKP’ê,di navbera 3 rojan de biketa. Jiberku sedî 70’ê gelê li Tirkiyeyê êdî li hemberî vê rejîma netewperest û nijatpereste. Wiha xuyaye ku wê polîtîkayên qeyûman dewam bike.Lê evcar rewş cudaye û ne wek berê ye. Divê gelê kurd û şaredarên kurd xwe li gorî vê yekê amade bikin.

Roja ku qeyûm avêtin, Soylu derket meydanê. Ev du mehe deng jê dernediket.Berxwedan û serkeftinên gelê kurd ên demên dawî dengê wî birîbû, nefes lê çikandibû. Piştî ku qeyûm hat avêtin Bahçelî û Perînçek, Soylu pîrozkirin. Ev pîrozbahî balkêş bû. Jiber ku Erdogan li holê nebû.Hikûmet nehat pîrozkirin. RasterastSoylu pîrozkirin.Wekî din Soylu êvarê di qanala Haberturkê de, pirsên rojnamegeram dibersivand. Tevir,tevger û kenêSoylu,balkêş bûn. Wek mirovên ku ji efendiyên  xwe ferman girtiye û vî fermanê bi cih anî ye,tevdigeriya.

Jiber ku ew ne mirovekî di destê xwediyê xwede wek nesneyeke û li bendê ye ku jibo vê yekê wî pîrozbikin û hin diyariyan bidine wî. Heqaretan li gelê kurd dikir û wek mirovên xirap ênrêzefilmên Yeşîlçamê dikeniya. Wî xwe wekî nûnerên dewletê didît û peyva dewlet ji devê wî kêm nedibû. Hele hele nêzîkatiya Soylu bi Nagihan Alçi re pir balkêş bû. Xuyabû hem pirs hem jî bersiv hatibûn amadekirin. HekeSoylu nexwesta Nagihan Alçi tev li bernamê bibe, ew ne dibû. Dema Nagihan Alçi pirs dikir dikeniya,dema Soylu bersiv dida di bin lêvên xwede dikeniya. Ev yek bala mirovan pir dikişand.

Ev ken,ev tewr û tevger a tirsonekane. Tirsonek wiha dikenin û tevdigerin. Jiber ku li ber çûyînê ne. Tirsa çûyînê wan dîn û har dike. Ev dîn û harbûn her roj wan hinekî din xilas dike.Lê di dawî de ez dixwazim ji wan re wiha bejim; Hûn çibikin, hûnê têk biçin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar