Waliyê tirk ku ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm hat tayînkirin, meş û xwepêşandanên li Wanê ji bo 15 rojan qedexe kir
Ji 19’ê Tebaxê dema desteserkirina şaredariyan û vir ve li dijî rejîma qeyûm li Wanê çalakiyên protestoyî tên kirin. Waliyê tirk ê rejîma AKP/MHP’ê ew li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm tayînkirin, meş û xwepêşandanên li Wanê ji bo 15 rojan qedexe kir. Qeyûm ev biryar li ser çalakiyên dijberiya tayînkirina qeyûmiya xwe derxist. Di daxuyaniya walîtiyê de hate îdîakirin ku ji ber hincetên ewlekariya milî, sîstema cemaweriyê, mafên bingehîn û azadiyan û parastina asayîşa giştî qedexe hatiye ragihandin. WAN