KCD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bang li gel, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî biryara tayînkirina qeyûman helwesteke neteweyî nîşan bidin. KCD’ê destnîşan kir ku pêşeroja gelê kurd a li her çar parçeyan pêkve girêdayî ye û gelê kurd naxwaze ji ber nebûna yekitiyê, sedsaleke din jî winda bike
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyaniyeke nivîskî parve kir û bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir ku li dijî tayînkirina qeyûman helwesta hevpar û neteweyî nîşan bidin.
Daxuyaniya KCD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:
“Ji bo helwesteke hevpar û neteweyî ya li dijî darbeya qeyûm, em bang li her çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl dikin. Di serdemeke ku hem di asta herêmî û hem jî di asta kurewî de rûdanên girîng diqewimin, netewe dewleta tirk û bloka niha, bûye sedema krîzeke civakî, siyasî û rêvebirinê. Ji ber polîtîkaya xwe ya hundir û derve, her tim krîzan derdixîne û ji bo ku bi awayekî optîmal sûdê ji vê rewşê bigire jî, bi siyateke lawaz rojeva gel mijûl dike.
Polîtîkayên înkjar û qirkirinê
Desthilatdariya îro, bûye nûnerê aqilê îrasyonel û xwediyê xeta şer û pevçûnê. Hemû amûrên pêkûtî û qirkirinê di serî de li ser gelê kurd, li dijî hemû hêzên muxalîf pêk tîne. Bloka AKP-MHP’e li dijî gelê kurd polîtîkayên înkarkirinê dimeşîne. Bi sepandina polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî ketiye merhaleyekî nû û dixwaze hiqûqa metîngeriyê ya nû bide qebûlkirin.
Armanc tunekirina destkeftiyên kurdan e
Desthilatdariya heyî bêyî ku cudahiyê bixe navbera Bakur, Başûr, Rojava yan jî Rojhilat, bi polîtîkaya xwe dixwaze êrîşî hemû destkeftiyan gelê kurd bike û gelê kurd tune bike. Polîtîkaya ku di dema referanduma serxwebûnê ya Başûr de meşand, dagirkirina Efrînê, sewqiyata li ser sînorê Rojava , hewldana dagirkeriyê ya di bin navê ‘pençe’ yê ya li dijî Başûr de û tayînkirina qeyûman a ji bo 3 şaredariyên HDP’ê yên bajarên mezin, ji van her yek parçeyeke vê konseptê ye. Ev yek jî potonsiyela şerê herêmî pêş dixe. Di vê pêvajoya ku li Rojava û Başûr bi awayekî hevrast hate meşandin de hemû qadên rêxistinkirî hatin hedefgirtin û ev yek ji hêla Erdogan ve weke ‘têkoşîna topyekûn’ hate binavkirin.
Divê li hemberî mejiyê dewletê ya înkarker û tasfiyekar, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bêdudilî bi ruhê yekitiyê û neteweyî seferber bibin. Ev yek êdî pêdiviyeke jiyanî ye.
Divê weke êrîşeke li dijî vîna gelê kurd bê hesibandin
Ew aqilê mêtinger ku heta duh jî vîna ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê derket holê tune hesiband çibe, aqilê ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin jî ew e. Ji ber vê yekê, li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, ji kîjan alî dibe bila bibe, divê ev êrîş weke êrîşeke li dijî hebûn û vîna neteweya gelê kurd bê hesibandin.
Gelê Bakur, tevahiya rêxistinên wê û saziyên demokratîk di her serdemê de di bidestxistina statuya Başûr de ev deskeftî parastî ne, xwedî lê derketiye û li rex gelê Başûr sekinî ye. Êrîşên li dijî Başûr, weke ku li Bakur hatibine kirin hesibandî ye û mil daye milê gelê Başûr. Tevî zext, sepanên dijdemokratîk, gef û şantajan jî gelê Bakur ji bi rêjeyên ji sedî 60’an zêdetir şaredarên xwe hilbijart. Lê mixabin li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Li dijî vê neheqiyê, mafê gelê Bakur heye ku kurdên her çar parçeyan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li rex xwe bibîne. Ji ber ku em heman netewe ne û qedera me yek e. Divê bi taybet Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, hikûmet, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li rex gele bakurê Kurdistanê cih bigire. Ji bo netewebûnê û jiyana neteweyî ev yek pêdiviyekî jiyanî ye.
Ya esasî berjewendiyên gelê kurd e
Dema ku mijar dibe berjewendiyên neteweyî vîna neteweya kurd, divê mijarên weke bîrdozî, siyasî, partîtî û komî li ber helwesta neteweyî nebin astengî. Qeyûm tayînî 3 şaredariyên me hatin kirin. Dema em bala xwe didinê, ji Tirkiyeyê heta çar aliyên cîhanê li dijî tayînkirina qeyûman bertek û nerazîbûn hene. Ji ber biratiya me ya neteweyî û hiqûqa di navbêra me de, em dixwazin diyar bikin ku li hemberî bêdengiya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, hikûmet, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl em zehmetiyê dikêşin. Gelê Bakur di nava bendewariyekê de ye ku hûn helwesta xwe nîşan bidin. Ev jî mafê wan e. Ev erkekî dîrokî ye û dê di dîrokê de bê nivîsandin. Divê her kes li dijî vê kiryarê derkeve û xwedî li vîna heyî derkeve. Ev yek îro li pêşiya pêşengên Kurdistanê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, saziyên pîşeyî, nivîskar, hunermend û rewşenbîran erkek e.
Ji ber neyekbûna xwe me gelek tişt winda kirin. Em dikarin heman tiştan bi yêkitiya xwe li xwe vegerînîn. Gelê me naxwaze ji ber nebûna yêkitiyê vê sedsalê jî winda bike. Li dijî darbeya qeyûm, em bi ruhekî neteweyî seferber bibin.” AMED