Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Em mecbûr nînin ku çavkaniyên xwe bidin dizekan

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir tayînkirina qeyûman tenê pirsgirêka HDP’ê nîne û divê her kes li dijî vê pêkanînê berteka xwe nîşan bide. Temellî daxuyand ku li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin û ew nemecbûrin çavkaniyên xwe bidin talanker û dizekan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî têkildarî tayînkirina qeyûman, serdanên di çarçoveya ‘Destûra bingehîn a demokratîk’, ‘Tifaqa demokrasiyê’ û ‘Pakêta darazê’ ji MA’yê bi Selman Guzelyuz re axivî.

Sezaî Temellî got ku êdî li Tirkiyeyê her kesî baş dît bê ka kî çareseriyê dixwaze û kî li dijî çareseriyê ye. Temellî da zanîn ku êdî rûyê aştîxwaz û şerxwazan, rûyê darbekar û demokrasîxwazan zelal bûye. Temellî bi lêv kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a beriya tayînkirina qeyûman gelek girîng bû û wiha dom kir: “Ji roja destpêkê heta niha hemû peyamên Ocalan ên ji bo çareserî û aştiyê, wêneyê Tirkiyeyê radixe ber çavan. Ev wêne, wêneyê aştiya civakî û pêşniyara modela li ser bingeha hemwelatîtiya wekhev e.”

Peyamên Ocalan

Di berdewamê de jî Temellî diyar kir ku yên vê rastiyê jinedîtî ve tên, ew kesên ku maseya Dolmabahçeyê qelibandin, siyaseta demokratîk tasfiye kirin û tundiyê li gelan ferz dikinin. Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek me herî dawî di tayînkirina qeyûman de dît. Li hêlekê aqilê demokrasiyê û li hêla din aqilê qeyûm, li hêlekê aqilê şer û li hêla din jî aqilê aştiyê hebû. Ger li şûna aştiyê hûn şer tercîh bikin, wê demê dê ev agir her deverê bişewitîne. Bi vê boneyê peyamên Ocalan gelek bi nirxin.”

Temellî da zanîn ku hiqûq ji holê hatiye rakirin û mekanîzmaya darbeyê di meriyetê de ye. Temellî ev nirxandin kir: “Ji bo van pêkanînan divê hûn hiqûqê ji holê rakin. Ji xwe rakirine jî. Li cihê bêhiqûqiyê jî tecrîd heye. Ji ber vê ye ku em dibêjin ne tenê li Îmraliyê, tecrîd li ser hemû welat heye. Tecrîd sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd e.”

‘Haya Soylu ji hiqûqê nîne’

Sezaî Temellî destnîşan kir ku pêkanîna qeyûman, înkarkirina erka xwe ya siyasî ye û wiha pê de çû: “Tayînkirina qeyûman tasfiyekirina sindoqan e. Em careke din bang li serokomar û îktîdarê dikin ku ji biryara xwe vegerin. Biryara qeyûman sûc e û divê hevşaredarên me li erka xwe vegerin. Dê ev yek ji bo Tirkiyeyê karesateke mezin bîne. Li gorî min wezîrê karên hundir nizane bê ka dewlet, hiqûq û destûra bingehîn çi ye. Ji pratîka wî ev tê fêmkirin.”

‘Divê her kes li dijî qeyûm derkeve’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji roja destpêkê ve bertekên li dijî tayînkirina qeyûman zê de ye. Divê ev bertek tenê bi Amed, Mêrdîn û Wanê bisînor nemîne. Qeyûm tenê tayînî ser şaredariyên HDP’î nekirine. Dê tayînî her deverekê bikin. Heta ku serokomar gef li Enqere û Stenbolê jî xwar. Wê demê divê her kes li dijî qeyûman înîsiyatîf û vîna xwe nîşan bide. Em nemecbûrin çavkaniyên xwe bidin van talanker û dizekan. Em ê heta dawiyê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar