Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê û meş hat lidarxistin

HDP’iyan li Mêrdînê di roja 10’emîn de çalakiya rûniştinê ya şermezar kirina qeyûm lidarxistin. Polîsan destûr nedan ku welatî bikevin qada çalakiyê. Welatiyan li ser vê yekê ji dûr ve li çepikan xistin û wesayîtên di rê de diçûn bi lêxistina korneyan piştgirî dan çalakiyê. HDP’iyan piştî çalakiya rûniştinê, ligel hewldanên astengkirinê jî meşiyan

Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 10’emîn de berdewam kir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêveberiyên partiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî li Parka Karayollarî ya navçeya Artûklû hat lidarxistin. Polîsan destûr nedan ku welatî nêzî HDP’iyan bibin û ji cihê çalakiyê dûr xistin. Polîsan di heman demê de destûr nedan rojnameger jî bikevin qadê û xwestin ji derveyî “Dorpêça ewlekariyê” dîmen û wêneyan bikêşin. Li ser berteka HDP’iyan, destûr hat dayîn ku rojnameger bikevin qada çalakiyê. HDP’iyên nêzî 2 saetan çalakiya rûniştinê berdewam kirin, bi dengek bilind hinceta çalakiya xwe ji welatiyan re vegotin û bê navber dirûşme berz kirin. Welatiyên destûr ji bo wan nehat dayîn ku bikevin qadê, ji dûr ve li çepikan xistin û wesayîtên di rê de diçûn bi lêxistina kornayan piştgirî dan çalakiya HDP’iyan. Piştî çalakiya  rûniştinê, HDP’iyan daxuyanî dan.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, daxuyanî da û axaftina wî tim bi anonsên polîsan hat bîrin. Koma HDP’ê bi lêxistina çepikan bertek nîşanî hişyariyên polîsan dan. Maçin ligel astengiyên polîsan jî axaftina xwe dewam kir û bang li gelên Tirkiyeyê kir. Maçîn, da zanîn ku qeyûm tayînkirina  3 bajarên Kurdistanê darbeye û wiha got: “Hemû mirov vê tabloya dij mirovahiyê dibînin. Em ê tu carî vê darbeya li vîna gelên Kurdistanê hatiye xistin qebûl nekin. Em bang li hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin. Siyaseta talankirinê ya ku li Kurdistanê tê birêve birin, wê belavî hemû Tirkiyeyê bibe. Ger berxwedan neyê mezin kirin, ev darbe wê mezintir bibe. Rojek zû ne yek dereng wê di wejdanê gelan de desthilatdariya AKP’ê mehkum bibe. Em ê berxwedana xwe dewam bikin. Wê gel qezenc bikin.”

Koma HDP’ê piştî daxuyaniyê dirûşmenên “Zext wê me têk nebin” û “Em ê bêdeng nebin, em natirsin û em ê serî netewînin” berz kirin û heya avahiya HDP’ê ya Mêrdînê meşiyan. Di dema meşê de, welatiyên derdorê li çepikan xistin û piştgirî dan HDP’iyan. MÊRDÎN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar