Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên laçik spî: Em dikarin qeyûman bişînin cihên jê hatine

Dayikên laçikspî diyar kirin ku divê têkoşîna li hemberî qeyûman bê xurtkirin û wiha got: “Duh çawa me bi têkoşînê tecrîd şikandibe, îro jî em dikarin bi heman têkoşînê qeyûman bişînin.”

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Dayikên laçikspî ku di dema çalakiyên greva birçîbûnê de daketin qaqadan û têkoşiyan, niha tev li çalakiyên li dijî qeyûman jî dibin. Dayikên ku ji MAyê re axivîn, destnîşan kir ku ger têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin bidome, qeyûm ji ku hatibin wê dîsa biçin cihê xwe yê berê.

Afîfe Bîtmen, xwişka Berîvan Bîtmen ku di Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê di greva birçîbûnê de bû, di çalakiyên li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de gelek caran hatibû binçavkirin. Bîtmen diyar kir ku divê ew li dijî qeyûman jî xwedî heman helwest bin. Bîtmen destnîşan kir ku qeyûm li hemberî kurda rêbaza zilmê ne û wiha got: “Ke sbi zilmê bi ser nakeve. Kesên dibêjin em mirov in divê li dijî vê derkevin. Ma wê ev bêdengî heta kuderê bidome.”

‘Wê sibê dor bê Stenbol û Îzmîrê jî’

Bîtmen, ev tişt jî anî ziman: “Bila kes nebêje wê ev zilm tenê li van dera be. Sibê wê dor bê Stenbol û Îzmîrê jî. Dawiya vê tune ye. Divê ev bêdengî xera bibe.” Bîtmen destnîşan kir ku qeyûê polîtîkayeke şer e û wiha got: “Divê her kes rabe ser piya û li dijî vê dengê ji bo aştî û biratiyê bilind bike. Em doza aştiyê dikin. Em doza vîna xwe dikin. Em darê zorê qebûl nakin. Duh çawa me bi têkoşînê tecrîd şikandibe, îro jî em dikarin bi heman têkoşînê qeyûman bişînin.”

‘Kesên dibên em bira ne ka li ku ne?’

Dayika Aştiyê Şukran Seçkîn jî bilêv kir ku divê têkoşîna li hemberî qeyûman bênavber bidome û wiha got: “Her kes dibê em bira ne. Kesên dibên em bir ane ka lu ku ne? Ev gel bi roja ne li qada ne. Ka hûn li ku ne? Em ê li cem parlementer û şaredarê xw ebin. Li nav kuçeyê extyar û zarok tên îşkencekirin. Ev şaredar dizî nekirine. Kesên dizî kirine aşkere ne. Em bang li tevahiya cîhanê dikin. Kurd doza hiqûqê dikin. Aştiyê dixwazin. Em ê tim û tim li dijî vê zilmê bin û bitêkoşin. Loma sekna li hemberî vê zilmê sekneke birûmet e. Divê her kes xwedî li vê sekn û helwestê derkeve.”  ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar