Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Onlu: Heta ku em xespê bi dawî dikin dê xeta têkoşînê bidome

Alîcan Onlu da zanîn ku ji bo êdî şaredarî neyên xespkirin, pêdîvî bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan heye. Onlu diyar kir ku ji bo demekî dirêj plansaziyên wan ên çalakiyan hene. Onlu got ku heta şaredariyên xwe ji xespê rizgar dikin dê xeta xwe ya têkoşînê berdewam bikin

Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Alîcan Onlu têkildarî nexşerêya HDP’ê, tayînkirina qeyûman û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji Selman Guzelyuz û Dîren Yurtsever re axivî.

Alîcan Onlu di serî de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Heke tecrîd ranebe dê xesp bidomin. Heta tecrîd ranebe dê Tirkiye demokratîk nebe, civaka Kurdistanê azad nebe, destûra bingehîn a demokratîk û aştiya bi rûmet pêk neyê. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi hevdîtineke parêzerek an jî du parêzeran ranabe. Divê bi awayeke rêk û pêk bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Weke Ocalan jî gotiye divê aqilê dewletê yê rasyonel bikeve dewrê. Ji bo tiştên hatin serê 3 şaredariyan neyên serê şaredariyên CHP’ê û şaredariyên din, divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.”

Tifaqa demokratîk a neteweyî

Onlu bi lêv kir ku wan beriya hilbijartinê îxtîmala tayînkirina qeyûman jî li ber çavan girtibû û wiha pê de çû: “Me amadekariyên xwe kiribûn. Ew çiqas xesp bikin, em jî dê ewqas caran ji wan bistînin. Di vê mijarê de me stratejiya xwe diyar kiribû. Ji bo paşvegirtina destkeftiyên me yên hatine xespkirin, me xeta berxwedanê ava kir. Li Kurdistanê sûd ji parçebûna kurdan digirtin. Lê me bi partî û derdorên kurdistanî re tifaqa demokratîk a neteweyî ava kir. Bi vê re me hem ev polîtîkaya vala derxist û hem jî me kevneşopiya bidestxistina tiştên hatine xespkirin çê kir. A duyemîn jî me li rojavayê welat bingeha têkoşîna demokratîk berfireh kir.”

Plansaziya piştî 1’ê îlonê

Di berdewamê de jî Onlu diyar kir ku desthilatê bi tayînkirina qeyûman xwest ku HDP’ê bi tenê bihêlê lê ew tenê ma û wiha domand: “Ji bo piştî 1’ê îlonê plansaziyeke demdirêj li pêşiya me heye. Hin planên ji bo demekê kurt jî hene. Dê çalakiyên me girseyîtir bibin. Divê gelên Tirkiyeyê jî bertek nîşanî vê yekê bidin û di nava piştevaniyê de bin. Ji bo ku civak jî tev li berteka me bibe xebatên me didomin. Heta ku em şaredariyên xwe paşve digirin dê çalakiyên me bidomin. Niha çalakiyên rûniştinê tên lidarxistin lê dibe ku sibê rêbazeke cudatir bê ceribandin. A esasî jî ew e ku divê qeyûm rewa neyên dîtin.”

Tarzê berxwedana kurdan

Onlu bi lêv kir ku her neteweyek xwedî şêwazeke cuda yê berxwedanê ye û wiha derbirî: “Kurdan di dîrokê de hinek kevneşopiyên cuda ava kirine. Ev jî şêwazê kurdan e. Ya ku gelê kurd ava kiriye, bêîtaetiya sivîl e. Ango tarzekî pê dide windakirin e. Lê binihêrin, tevî ku Kurdistan ewqas hate rûxandin, şewitandin û dewletê hemû amûrên tundiyê bikaranîn jî, kurd hê jî li herêmên xwe xwedî gotin in. Mînak; niha şaredarî hatiye xespkirin û eniyek hatiye xespkirin. Divê ew enî paşve bê girtin. Heta ku em şaredariyên xwe ji xespê xelas dikin dê xeta me ya têkoşînê bidome.”

Bertek tenê bi daxuyaniyan nabe

Alîcan Onlu bal kişand ser helwesta CHP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku tu aliyekî hiqûqî yê tayînkirina qeyûman nînin. Lê ev helwest pir qels e. Bi daxuyaniyan nikarin pêşî li xespê bigirin. Divê ku em alternatîfa desthilatê biafirînin. Tenê ne bi CHP’ê re, ev kes dikare ji kesên hêla desthilata AKP-MHP’ê ve hatine mexdûrkirin an jî yên bawer dikin ku dê mexdûr bibin jî dikare pêk bê. CHP û Davutoglu û Babacan jî dê nekarin xwe ji xespê rizgar bikin. Divê qada berxwedanê ya civakî berfireh bibe. Ger ku em pêşî li xespa heyî bigirin, wê demê em ê bikarin xespa dê li CHP’ê bê kirin jî bigirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar